Herî zêde Estonyayê vîzeya welatiyên Tirkiyeyê red kiriye

16-08-2023
Mihemed Emîn Demir
Nîşan Wan Koçber Vîze Tirkiye Estonya
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên Schengen Statisticsê, herî zêde Estonya, Fînlenda, Belçîka û Almanyayê serlêdanên vîzeyê yên welatiyên Tirkiyeyê red kirine.

Li gor amarên Schengenê sala 2022yan welatiyên Tirkiyeyê herî zêde ji Almanyayê daxwaza vîzeyê kiriye.

Sala 2022yan 223 hezar û 699 welatiyên Tirkiyeyê ji Almanyayê daxwaza serlêdanê kiriye.

Almanyayê 174 hezar û 929 serlêdanên vîzeyê qebûl kirine û 48 hezar û 770 serlêdan jî red kirine.

Herwiha ji sedî 78,2ê vîzeyan ên wan kesan bûn ku wan bi malbatî serî lê dabû.

Estonyayê bi rêjeya ji sedî 52,1ê di nav welatên ku herî zêde vîzeya welatiyên Tirkiyeyê red kiriye rêza yekem de cih digire.

Fînlendayê ji sedî 40,6, Belçîkayê ji sedî 37,7 û Almanyayê ji sedî 22ê vîzeyan red kirine.

Piştî Almanyayê welatiyên Tirkiyeyê herî zêde ji Yunanistan, Fransa û Holendayê daxwaza vîzeyê kiriye.

164 hezar û 829 welatiyan ji Yunanistanê, 115 hezar û 114 welatiyan ji Fransayê û 48 hezar û 807 welatiyan ji Holendayê daxwaza vîzeyê kirine.

Fransayê ji sedî 21, Holendayê ji sedî 20 û Yunanistanê ji sedî 13ê vîzeyan red kirine.

Herî kêm bi rêjeya ji sedî 7,6an Luksemburgê vîzeyên welatiyên Tirkiyeyê red kirine.

Piştre bi rêjeya ji sedî 7,93 Îtalyayê û bi rêjeya ji sedî 10,85an Polonyayê vîzeyên welatiyên Tirkiyeyê red kirine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst