Fîdan û Zelensky civiyan

25-08-2023
RÛDAW
Nîşan Hakan Fîdan Volodomyr Zelensky
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan li Kievê bi Serokê Dewleta Ukraynayê Volodymyr Zelensky re civiya.

Hakan Fîdan piştî serdana xwe ya Herêma Kurdistanê çû Ukraynayê.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê derbarê serdanê de li ser hesaba xwe ya medyaya civakî daxuyaniyek belav kir.

Wezaretê ragihand ku Hakan Fîdan çûye Ukraynayê û li Kieva paytexta Ukraynayê bi serokê wî welatî Volodymyr Zelensky re civiyaye.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê derbarê naveroka civînê de heta niha ti zanyarî belav nekirine.

Hakan Fîdan 24ê Tebaxê jî hatibû Herêma Kurdistanê û bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serok Mesûd Barzanî û Serokwezîr Mesrûr Barzanî re civiyabû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst