Hakan Fîdan û Serokê Heşdî Şebiyê civiyan

19-02-2024
RÛDAW
Nîşan Hakan Fîdan Heşdî Şebî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Karên Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan û Serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyyaz, li Enqereyê civiyan.

Serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyyaz îro çû Enqereya paytexta Tirkiyeyê.

Wezareta Karên Derve ya Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê Xê wêneyê hevdîtina Hakan Fîdan û Falih Feyyaz belav kir û ragihand:

“Wezîrê me Hakan Fîdan li Enqereyê bi Serokê Desteya Heşdî Şebiyê Falih Feyyaz re civiya.”

Falih Feyyaz meha Çiriya Peşîna 2023yan jî çûbû serdana Enqereyê û bi Hakan Fîdan re hevdîtin kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst