Amerîka: Herêma Kurdistanê standardên herî kêm jî ji bo nehêlana qaçaxçîtiya mirovan pêk nahîne

25-08-2021
RÛDAW
Nîşan Amerîka Herêma Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di rapora nû ya Wezareta Derve ya Amerîkayê de hatiye gotin ku Iraq û Herêma Kurdistanê standardên herî kêm jî ji bo nehêlana qaçaxçîtiya mirovan pêk nahînin.

Di Rapora Qaçaxçîtiya Mirovan a 2021an de tê gotin ku Herêma Kurdistanê û Iraq “di çend warên girîng de standardên kêmîn jî pêk nahînin”, û destnîşan kir ku “kêmasiyên di prosedurên nasîna nasnameyan û vegerê de, ligel tênegihîştina rayedaran ji bo qaçaxçîtiyê, hêj jî dibin rêgir li pêşiya gelek mexdûran bo wergirtina xizmetên guncav ên parastinê.”

Herêma Kurdistanê ji bo têkoşîna li dijî qaçaxçîtiya mirovan hin gav avêtine, ku di van salên dawî de bûye pirsgirêkek berfireh, û li her çar parêzgehên Hewlêr, Duhok, Silêmanî û Helebceyê yekîneyên polîsên li dijî qaçaxçîtiyê ava kiriye. Lêbelê, gelek aktorên hikûmetê hîn jî ji perwerdehiya pispor bêparin jibo naskirina bûyeran û lêkolîna li ser wan.

Bahar Elî, Rêvebera Emma, rêxistineke mafên mirovan li Hewlêrê ku alîkariyê dide jin û civakên belengaz, diyar kir ku polîs û hêzên ewlehiyê yên herêmî (Asayiş) bi awayekî dirist ji bo çawanya serederîkirina li gel bûyerên wisa nehatine perwerdekirin.

Buhar Elî dibêje: “Zincîreya kesên ku bi rewşa xwe dizanin mezintir dibe. Polîs û Asayiş hîn nebûne ku çawa bi kesên ku ji şîdeta zayendî xelas bûne re mijûl bibinin.”

Raporê, lîsteke pêşniyaran derxistiye û têde pêşniyar daye desthilatê ku hemû mexdûrên bazirganiya bi mirovan nas bikin û wan ji bo lênihêrînê bişînin, hewldanên berçav bên kirin ji bo lêkolîna li ser qaçaxçîtiyê, û piştrastiya ji wêya ku mexdûr stargehek ewledar werdigirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst