Îro Tûnisî li ser destûra nû ya welat deng didin

25-07-2022
RÛDAW
Nîşan Tûnis Destûra Nû Referandûm Dengdan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro Tûnisî di referandûmekê de deng li ser projeya destûra nû ya welêt didin. Destûra ku serokê wî welatî Qaîs Seîd piştgiriya wê dike û beşeke berçav a Tûnisîyan li dijî ne, wek hewleke zêdekirina desthilatên serok dinirxînin.

Xwepêşender Elî got "Peyama me ya herî girîng ew e ku demokrasî li Tûnisê berdewam e di têkoşîna dijî wê darbeyê de ku serokê welêt kiriye, bo zêdetir ferzkirina desthilata xwe ya yekkesî."

Destûra nû ya Tûnisê ji 10 maddeyên serekî û 142 bendan pêk tê:

Tê de sîstema siyasî ji parlementoyê bo serokatiyê tê guhertin

Desthilata serokkomar zêdetir dike

Serokkomar siyaseta giştî ya welêt datîne

Piştre parlamentoyê jê agihdar dike

Serokkomar hikûmetê destnîşan dike û mafê wî yê hilweşandinê jî heye.

Serokwezîr destnîşan dike

Bi şêwra ligel serokwezîr, wezîran destnîşan dike

Serokkomar bi dirêjahiya salên serokayetiyê parêzbendiya wî dibe

Mafê parlamentoyê yê lêpirsîn, cezakirin û dûrxistina serokkomar nîne

Dema çend mehan e desthilata siyasî propagandeya referandûmê dike û wek hilbijartina gel bi nav dike. Lê beşek ji wî gelî li dijî desthilatê xwepêşandan kirin û rûbirûyê polîs û hêzên ewlekariyê bûn. Civaka Tûnisê bi ser du aliyan de dabeş bûye.

Rûniştivanê Tûnisê Mohsen Saad dibêje "Ez beşdarî vê referandûmê nabim, ji ber nûnertiya min nake, ev destûra nû destûra yek kesî ye, ew jî Qaîs Seîd e."

Rûniştivanê Tûnisê Abdelawi diyar kir "Ez vê destûra nû pesend dikim, her çend e xelk wek darbeyê bi nav dikin, ez piştgiriya wê dikim ji ber ku dizanim Qaîs Seîd kesekî rast e."

Salên derbasbûyî Qaîs Seîd parlamento û piştre hikûmet hilweşandin û hikûmeta nû destnîşan kir.

Destpêka vê mehê jî projeya destûra nû ragihand û aşkere kir ku di meha Kanûna îsal de hilbijartina pêşwext a parlamentoyê tê kirin.

Dilgiraniya beşa herî zêda ya Tûnisiyan egera vegera Tûnisê ye bo qonaxa serdema berî xwepêşandanên ku wek "Bihara Arabî" tê naskirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst