Erdogan û Putîn rêkeftina dexlûdanê ya Behra Reş gotûbêj kirin

25-03-2023
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di peywendiyeke telefonî de rewşa dawî ya şerê Ukrayna û Rûsyayê gotûbêjkirin û Erdogan ji ber helwesta wî ya li ser dirêjkirina rêkeftina dexlûdan a Behra Reş spasiya Putin kiriye.

Serokatiya Ragihandina Serokkomariya Tirkiyê ragihand ku îro Şemiyê 25ê Adara 2023an Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putîn peywendiyeke telefonê pêk anîne û pêşveçûnên dawî yên derbarê şerê Rûsya û Ukraynayê de gotûbêj kirine.

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin ku Erdogan û Putîn di wê peywendiya telefonî de li ser pêşhatên dawî yên şerê di navbera Rûsya û Ukraynayê de gotûbêj kirine ku zêdeyî salekê di ser wî şerî re derbas bûye.

Erdogan ji ber helwesta wî ya derbarê dirêjkirina rêkeftina dexlûdan a Behra Reş jî spasiya Putin kiriye û gotiye girîng e şerê heye bi rêya dîyalogê bê çareserkirin.

Di daxuyaniyê de hatiye diyar kirin ku Erdogan gotiye ew dikarin li ser hevkariya aborî ya li Soçî li ser lihev kirine gavên nû bavêjin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst