Bi duçerxeyê xwe ji Norwecê bi rê ket, li Tirkiyeyê mir

24-10-2023
Nîşan Steffen Emil Norwec
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Emil Snppeneyê 26 salî yê ji Norwecê li navçeya Surmeneyê ya bajarê Trabzonê yê Tirkiyeyê mir.

Emil Snppen bi duçerxeyê xwe ji Norwecê dabû rê û duçerxe 5 hezar kîlometreyan ajotibû.

Dema li Surmeneya Trabzonê rêwîtiya xwe berdewam dikir, komyonetekê li duçerxeyê wî da û ew bi giranî birîndar bû.

Tîmên tenduristiyê Emil Snppen rakir nexweşxaneyê lê ji mirinê nefilitî.

Li aliyê din, ajokerê kamyonetê hat desteserkirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst