NEXT – Norweca ku petrolê difiroşe çima berê xwe dide otomobîlên bi karebayê?

11-12-2023
Bernameya NEXTê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Bernameya NEXTê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan NEXT Norwec Otomobîlên bi Karebayê
A+ A-

Norweca ku dewlemanda petrolê ye biryar daye heta sala 2025an dawiyê li firotina otomobîlên bi mazot û benzînê bîne.

Niha ji sedî 90ê otomobîlên ku li Norwecê tên firotin bi karebayê dixebitin.

Gelo çima welatekî ku petrolê difiroşe berê xwe dide rêyeke wiha?

Bernameya NEXTê ya ku Namo Ebdula amade û pêşkêş dike bi pisporan re li bersiva vê pirsê digere.

Piştî ku Hikûmeta Norwecê ji bo otomobîlên bi elektrîkê gav avêtin meyla ajokerên wî welatî çawa guherî?

NEXT bi pey ket da ku bandora otomobîlên bi karebayê ya li ser xwezayê derxe holê.

Li aliyê din, otomobîlên Tesla, Volkwagen û Skodayê yên bi karebayê heta niha li Norwecê gelekî tên firotin.

Niha werin em bi rêya NEXTê bi dû bersivên van pirsan bikevin û guh bidin dengê pisporan û xelkê.

Mari-Anne Waageya şêniyeke bajarê Drammenê yê Norwecê ye got, "Divê em adetên xwe yên ajotina otomobîlê biguherin."

Eric Lorentzenê ji Komeleya Otomobîlên Elektrîkî yên Norwecê anî zimên:

"Bikaranîna petrolê di sektora veguhastinê de kêm dibe. Pir bi lez kêm dibe.

Em dê wer bikin ku li ser kesên ku jîngehê qirêj dikin pir giran bisekine û li ser kesên ku jîngehê qirêj nakin jî pir erzan bisekine."

Serokê Federasyona Bikarhênerên Otomobîlên Elektrîkî wiha axivî:

"Divê tevahiya pîşesaziyên neft û gazê tiştekî din bikin."

Noah Ardalanê ku li pêşangeha otomobîlan firoşkar e da zanîn, "Bi baweriya min, ji sedî 47 ta 52ê otomobîlan bi gaz û benzînê kar dikin, erê.

Baştirîn meha 2020an, bi nêrîna min, me 97 otomobîl firotin. Ev ji bo meheke tenê. Berî vîrûsa koronayê bû.

Na. Me ew qas nefirotin. Bi baweriya min, me ji 70 ta 78ê otomobîlan di mehekê de firotin. Hinekî kêm bûye lê hîn jî…

Na, ne xerab e lê di nava salê de tu dê hest pê bikî çimkî her meh kêmtir dibe.”

Mêvanê vê xeleka NEXTê ji Namo Ebdula re bi vî awayî axivîn:

Mari-Anne Waage, Nişteciha Bajarê Drammenê, Norwec

Ev 10 sal in otomobîleke me ya benzînê heye. Me têbînî jî kiriye ku rewşa darayî li Norwecê, bi rêjeya bilind a sûdên bankê û tiştên din re, jiyan dijwar kiriye. Dema ku otomobîla te digihe temenekî diyarkirî, divê tu gelek pereyan ji bo başkirina otomobîla xwe xerc bikî. Paşê, xerciya benzînê jî tê ser.

Vêga otomobîla me xatir xwestiye û em fikirîn ku ‘Dema otomobîleke elektrîkî hatiye.’ Bi nêrîna min, guhertinek heye, çawa ku her tiştê din di civakê de diguhere. Lê hîn jî xerciya elektrîkê ji xerciya benzînê kêmtir e. Otomobîla elektrîkê ya ku em dikarin bikirin, bi yek şarjkirinê ji 300 ta 400 kîlometreyan dimeşe.

Loma divê em adetên ajotina otomobîlê biguherînin. Li gor min, em dixwazin vê yekê bikin û otomobîlên elektrîkê biajon. Pêwîst e em adetên xwe biguherînin û xwe bi jîngehê re biguncînin. Bi dîtina min, dibe ku yek ji xalên me yên bihêz ew be ku şiyana me ya xweguncandinê heye.”

Eric Lorentzen, Komeleya Otomobîlên Elektrîkî yên Norwecê

“Parlamentoya Norwecê armancek daniye ku divê heta sala 2025an otomobîlên rêwîhilgir gazên ku jîngehê qirêj dikin, dernexin. Ji bo pêkanîna vê armancê, hin siyasetên me yên berfireh hene. Siyasetên herî girîng jî girêdayî kirîna otomobîlan e. Li Norwecê, me baca kirînê ya pir bilind li ser otomobîlên nû daniye û ev bac jî li ser bingeha giranî û belavkirina gazên ku jîngehê qirêj dikin.

Ji bo otomobîlên ku gazên qirêjkerên jîngehê dernaxin, baca tomarkirinê bi tevahî hatiye rakirin. Herwiha, gava tu otomobîla elektrîkî dikirî, tu baca nirxa lêzêdekirî (an VAT)ê ku ji sedî 25 ê bihayê otomobîlê ye, nadî. Ev jî wer dike ku bihayê otomobîlên elektrîkê ji bihayê otomobîlên din ne pir cudatir be. Ya herî girîng ev e. Handanên din jî girîng in, lê heke şiyana te ya kirîna otomobîlê nebû, wê demê bê bandor dibin.

Ez bawer nakim ku Norwecî ji miletên din bêtir dostên jîngehê bin. Lê ev handanên me yên ku min qala wan kir hene. Navtêdanên me yên din jî hebûn. Wek mînak, otomobîla elektrîkî pereyên rê (tol)ê nade. Parkkirin ji bo wan belaş e. Mafê otomobîlên elektrîkî yê bikaranîna rêya otobusan hebû. Gelek navtêdanên me hebûn û ji bo hin kesan, bikaranîna xet an hêla otobusan pir girîng bû. Ji bo hin kesên din jî nedana heqê rê girîng bû. Ji pêşî ve, gelek navtêdanên me hebûn û dibe ku li ba her kesekî navtêdaneke cuda ya herî girîng bû.”

Eric Lorentzen, Komeleya Otomobîlên Elektrîkî yên Norwecê

Keşûhewaya Norwecê sar e. Otomobîlên elektrîkê her gav dixebitin, tew heke keşûhewa sar be jî. Ev tiştekî baş e. Hinekî zûtir şarja te dadikeve û leza barkirinê dikare sisttir be lê li vir li Norwecê, otomobîlên elektrîkê di pileya germê ya jêr sifirê de jî kar dikin.

Erê, em gelek petrol û gazê hinarde dikin. Em gelek pereyan di vê de peyda dikin lê bi nêrîna min, tiştekî pir baş e ku navtêdanên me yên xurt ji bo kirîna otomobîlên elektrîkê hene.

Bê guman ez nakokiyê dibînim lê li Norwecê em dixwazin belavkirina gazên jîngehqirêjker kêm bikin û di vî warî de otomobîlên elektrîkê pir girîng in. Heya niha em di kêmkirina gazên jîngehqirêjker de ne pir baş bûn. Lewra, divê em bêtir kar bikin.

Di rastiyê de, nêzî ji sedî 90 û yên mayî bi rêya ba (hewayê) tên berhemanîn.

Bi kêmanî dema tê ser sektora veguhastinê, em ê hemûyî bikin elektrîkî. Rojekê ev dê li tevahiya cîhanê biqewime. Li vir me ji otomobîlên rêwîhilgir dest pê kir û me keştiyên xwe jî kirin elektrîkî, em dê nêzîk van û otomobîlên mezinên ên din jî bikin elektrîkî.”

Komeleya Otomobîlên Elektrîkî yên Norwecê, Eric Lorentzen

“Zêdetirî ji sedî 20ê hemî otomobîlên ku li Norwecê hene bi tevahî elektrîkî ne û heke tu li bajarên mezin ên mîna vir û Osloyê binêrî, ev rêje digihîje ji sedî 35an. Ev bi rastî jî bandorê li ser kalîteya hewaya nav bajêr dirust dike.

Tu dikarî li kolanên Osloyê bigerî û hest bi vê bikî. Xirecir kêmtir e. Herwiha hêjayî gotinê ye ku Oslo gelek tiştan dike, ne tenê otomobîlên xwe kirine elektrîkî lê hemî otobusan jî dikin elektrîkî, keştiyên wê jî elektrîk in, metro yan tramvaya me hertim elektrîkî bû. Ji vê salê û pê ve, veguhastina giştî li Osloyê dê bi tevahî bibe elektrîkî. Ev jî dibe alîkar ku qirêjî û xirecir kêm bibin.

Girîng e em balê bikişînin ser vê yekê jî ku otomobîlên elektrîkî ne guleyeke zîvîn in ku her tiştî çareser bikin. Ji bo kêmkirina belavkirina gazên jîngehqirêjker di sektora veguhastinê de, divê em hin karên din jî bikin.

Em otomobîlên benzîn û gazê qedexe nakin. Armanc ev e, ne qedexekirin e lê bi nêrîna min, em pir nêzî gihiştina wê dibin. Divê em hinekî destwerdana siyasetê bikin da ku em bigihîjin ji sedî 10a dawîn lê em gelekî nêzîkî armancê dibin.

Erê, armanca 2025an tenê armancek e. Ne yasa û qedexekirin e lê tevahiya parlamentoyê li pişt vê armancê bû. Piştgiriyeke wê ya siyasî ya pir berfireh heye lê tiştê ku em dikin, bikaranîna navtêdanan e. Digel ku em qedexe nakin, em wer dikin li ser kesên ku jîngehê qirêj dikin pir girantir bisekine û li ser kesên ku jîngehê qirêj nakin jî pir erzantir bisekine.”

Serokê Federasyona Bikarhênerên Otomobîlên Elektrîkî Pascal Hureau, Fransa

“Erê, em dizanin ku sektora veguhastinê ji belavkirina ji sedî 30ê gazên jîngehqirêjker berpirs e. Ji nav vî ji sedî 30î jî, rê û otoban, veguhastina bejahî ji sedî 53yan pêk tînin. Di encamê de, otomobîlên elektrîkî tenê bi qasî ji sedî 16ê gazên jîngehqirêjker kêm dikin.”

Pisporê Bazara Neft û Gazê, Nicolas Meilhan

“Raporeke balkêş ji aliyê Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî, IEA ve hat weşandin. Rapor berê xwe dide dema navbera 2010 ta 2020an. Dibêje ku bandora erênî ya otomobîlên elektrîkê li ser guherîna keşûhewayê şeş caran ji bandora neyînî ya otomobîlên cureyê SUV û otomobîlên mezin kêmtir e. Ango di koka xwe de, ya ku em dikin ew e ku em otomobîlên mezintir û mezintir dikirin.

Ev jî sûdên otomobîlên elektrîkî ji bo keşûhewayê betal dike. Ango, di bingehê de, heke em ji bo kêmkirina mezinahiya otomobîla xwe tiştekî nekin, dê mifayên otomobîlên elektrîkî kêm bibin.

Ger tu îro li otomobîleke elektrîkî binêrî, ji sedî 80yê bataryayan li Çînê bi komirê tên berhemanîn. Heke tu şîroveyeke zêde ya dema bikaranîna otomobîlê bikî û bi wê tibaba gaza karbondîoksîtê ku di çêkirina bataryayê de tê derxistin bidî berhev, dê balkêş be. Eşkere ye, ger di çêkirina bataryayê de komir were şewitandin, dê bandora wê sînordar be.

Nûnerê Kompanyaya Expengê ya Çînî li Osloyê, Sulim M

“Ev bi rastî modela me ya herî nû ya li vir li Norwecê ye. Modela G9. SUVî ye, weke ku te got. Li gorî min, di bazara Norwecê de, daxwazeke mezin li ser hemî taybetmendiyên vê otomobîlê heye. Her tiştê wê heye. Ajotina çartekerî, rawestandina hewayê, pompeya germê û qulpoka kişandinê.

Bi rastî, bi baweriya min, ev tiştên sereke ne ku pêdiviya te pê heye ku di otomobîleke mezin a SUV de li vir hebin.

Modela wan a Xê jî heye.

Erê, rast e. Bi dîtina min, ev otomobîl bi germî hatiye pêşwazîkirin.

Erê, em hest bi vê yekê dikin an jî em di kiryarên xwe de dibînin. Berê P7 û g3i yên me hebûn ku SUVya wê piçûktir bû lê vê pir zêdetir bala xelkê kişand.

Di vê otomobîlê de, sê ekranên me yên cuda hene. Yek li pêşber min e û yek ekraneke sereke ye û rêwiyê li tenişta ajokar jî ekrana xwe heye.

Erê, çimkî ji aliyekî ve ez bi rastî nikarim ekranê bi başî bibînim. Ev jî wisa dike ku ajokar mijûl nebe û xelaya wî neçe dûr. Tekeziya min li ser ajotinê ranake. Tu dikarî ji wê ekranê li fîlm, vîdyo û tiştê tu bixwazî temaşe bikî.

Ji bo otomobîla ajotina ça tekerî, tu dikarî 520 km herî.

Ev pir bi taybetî ji bo Norwecê ye.

Ji bo Norwecê, erê û herwiha em pêşengên otomobîlê ne di lezgîniya şarjkirinê de li vir li vê bazarê.

Ez dikarim ji sedî 10 ta ji sedî 80yê ji te re bibêjim, me ew ceribandin berî du hefteyan kir. 21 xulekan domand.

Herî baş e. Tenê here qehweyekê vexwe, piştî 20 xulekan otomobîla te ji sedî 80ê şarj dibe ku nêzî 400 kîlometreyan e.”

Xwediyê Otomobîleke Teslayê, Fierman Schreurs

“Zehfî cuda ye çimkî performanseke wê ya bilind heye. Di sê çirke û nîvan de, lezgîniya wê digihe 100 kîlometreyî. Loma ku te pê lê kir, pir zû dimeşe. Li roniyên trafîkê, tu her gav li pêş î, tu her gav yekem î.”

Serokê Federasyona Bikarhênerên Otomobîlên Elektrîkî Pascal Hureau, Fransa

“Rastiya ku navtêdana darayî têrî nake. Çûnûhatina çêtir û rêdana otomobîla elektrîkî ku hêlên taybet bi kar bîne bi veguhastina giştî re girîng e.

Di vê demê de, tevgereke paralel a qedexekirina plastîkê heye. Ango divê tu bi rastî pêşbîniya guherîneke pir mezin di navbera niha û 2050î de bikî. Sala 2050î dema dawî ye ku em karbon-neotral bibin, ango em gaza karbonê zêdetir dernexin. Ev jî tê wê wateyê ku tevahiya pîşesaziya neft û gazê bi rastî divê tiştekî din bikin.

Bi rastî, divê em dev ji şewitandina tiştan berdin. Ev slogana hinek dostan e li Brîtanyayê bi navê Fully Charged, ger tu wan binasî. Dev ji şewitandina tiştan berdin. Berî her tiştî, kompanyayên neft û gazê, pere ji bankên veberhênanê û kompanyayên veberhênanê nayên peydakirin. Dîtina pereyan dê pir zehmet bibe.

Dîtina zeviyên nû dê di siberojê de pir dijwar bibe. Bi rastî, divê enerjiya nûjenkirî bi kar bînin. Dikarin vê yekê bikin. Enerjiyeke wa ya rojê ya zêde li Rojhilata Navîn heye. Pêwîst e hûn wê enerjiyê bi kar bînin. Roj gerstêrka me rizgar dike.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst