Putîn: Li hemberî Wagner me piştgiriya tam a Erdogan wergirt

24-06-2023
RÛDAW
Nîşan Rûsya Wagner Vladimir Putin Recep Tayyip Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Grûpa Wagnerê li dijî rêveberiya Rûsyayê serhildaneke çekdarî da destpêkirin. Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan bi Serokê Rûsyayê Vladimîr Putîn re bi telefonê axivî.

Kremlînê ragihandin ku Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di hevdîtinê de piştgiriya xwe ji bo rêveberiya Rûsyayê aniye ziman. Pûtîn her wiha got ku li dijî serhildana Wagner piştgiriya tam ji Erdogan wergirtiye.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê Erdogan û Putîn li ser geşedanên dawîn yên li Rûsyayê axivîn.

Erdogan di axaftina xwe ya bi Putîn re got ku ji bo rewşa li Rûsyayê bi aştiyanê di demeke kurt da çareser bibe Tirkiye amade ye ku çi bikeve ser milan, bike.

Serokê Grûpa Wagner Yevgeniy Prigozhin (Vagnir Yivgeniy Prîgojin) serî hildaye û dijî artêşa Rûsyayê rawestiyaye. Ew kesê ku wek hevalê nêzîk ê Putin dihat dîtin, niha gefa êrîşkirina ser Moskowê dixwe.

Prigozhin di dîmenên vîdeoyî yê herî nû de dibêje, hêzên Wagner ku li herêma Donetskê bûn û dijî artêşa Ukraynayê şer dikirin, niha vegeriyane nav axa Rûsyayê û daxwaz dikin tevgera serbazî bê rawestandin.

Prigozhin dibêje, 25 hezar çekdar bi çekên herî nû wek top û tankên jîr di bin destê wî de ne û li benda amajeyeke wî ne. Prigozhin artêşa Rûsyayê bi êrîşkirina ser Grûpa Wagner tohmetbar dike û dibêje, armanca wan dawîanîna wê ye. Artêşa Rûsyayê red kir û daxwaz ji endamên wê grûpê kir ku çekên xwe dayînin.

Kremlînê tevgera Serokê Wagnerê wek hewldana "Darbeya Leşkerî" binav kir û Wezareta Navxwe ya Rûsyayê fermana girtina Prigozhin derxist. Piştre Serokê Rûsyayê gotarek pêşkêş kir û bi tundî gef li Wagnerê xwar.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin got, “Grûpa Wagnerê ku demekê mil bi mile artêşa Rûsyayê li Ukraynayê şer dikir, niha serî hildaye û xencer li pişta me daye, bi dijwarî rûbirûyê wan dibin û cezayên xwe werdigirin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst