Li Amerîkayê vîzeyên penaberî û xebatê hatin ragirtin

23-06-2020
RÛDAW
Nîşan Amerîka Penebar Vîze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Donald Trump biryarnameya sînordarkirina çûna penaberan a bo Amerîkayê îmze kir ku biryarname, hinek vîzeyên xebatê jî lixwe digire.

Serokê Amerîkayê  Donald Trump biryarnameyeke ku 22ê Nîsanê îmze kiribû niha dema wê bo heta dawiya salê dirêj kir. Li gorî biryarnameyê dê destûr neyê dayîn ku penaberên nû biçin Amerîkayê û herwiha biryarname hat berfirehkirin û hinek vîzeyên din jî lê hatin zêdekirin.

Trump di biryarnameyê de destnîşan kir ku ji ber Covîd-19ê li wî welatî pirsgirêka bêkariyê derketiye, lewma di qadên nû yên karkirinê de divê destpêk bo welatiyên Amerîkayê be.

Bi biryarnameya ku Trump îmze kir, kesên vîzeya wan a penaberiyê heye nikarin heta dawiya 2020ê biçin Amerîkayê, ji xeynî vê hinek vîzeyên kar jî li biryarnameyê hatin zêdekirin.

Vîzeyên H-1B, H-2B, H-4, L-1 ew kategorî ye ku "vîzeya ji bo penaberan nîne" û hinek vîzeyên J-1 jî li biryarnameyê hatin zêdekirin.

Kî wan vîzeyan distîne?

Li Amerîkayê vîzeya H-1B didin koma "karkerên pispor" û ji bo jinên van karkeran jî vîzeya H-4 tê dayîn.

Vîzeya H-2B didin karkerên demsalî, ya L-1 didin wan rêvebiran ku ji hêla şirketa ku jê re dixebitin bo pozîsyona dervayî welêt tên tayînkirin.

Vîzeya J-1 jî didin kesên ku beşdarî bernameyên perwerdeyê yên wekî staj, xebat û kampên perwerdeyê dibin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst