Daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê petrola Kurdistanê de

26-06-2023
RÛDAW
Daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê petrola Kurdistanê de
Daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê petrola Kurdistanê de
Nîşan Amerîka Hinardekirina Petrolê Petrola Kurdistanê
A+ A-

Washington (Rûdaw) - Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller ragihand, ew piştgirî didin destpêkirina hinardekirina petrola Kurdistanê û ji hevdîtinên ku di navbera Tirkiye û Iraqê de li ser vê mijarê dest pê kirine, kêfxweş in.

Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Matthew Miller di civîna xwe ya rojane ya rojnamevaniyê de bersiva pirsên Peyamnêrê Rûdawê Diyar Kurde yên derbarê dorpêça aborî ya li ser Îranê û ji nû ve hinardekirina petrola Kurdistanê da.

Cîgirê Wezîrê Petrolê yê Îranê Mecîd Cegenî duh ragihandibû, ku Iraqê deynê xwe yê gaza xwezayî ya 11 trîlyon dînar bi temamî daye. Ji aliyekî din ve, Iraqê beriya niha ragihandibû, ku ji ber dorpêçên bankî yên yekalî yên Amerîkayê li ser Tehranê, ew nikarin deynê xwe yê gaza xwezayî ya 2.6 milyar dolarî bidin, ku ji Îranê ji bo berhemanîna elektrîkê anîne.

Li ser pirsa Diyar Kurde ya “Gelo Amerîkayê rê daye ku ev deynê Îranê were dayîn? Di derbarê vê mijarê de ti danûstandinên nerasterast bi Tehranê re çêbûne?” Matthew Miller wiha bersiv da: “Tenê dikarim bibêjim ku di siyaseta me ya li hember Îran û Iraqê de ti guhertin çênebûye. Rêvebiriya Biden li ser sepandina hemû cezayên li dijî Îranê berdewam e. Ez bawerin we bihîstiye ku Wezareta Derve ji sala 2018an ve alîkariyên curbicur pêşkêşî Iraqê kiriye û bi şêwirîna li gel Kongresê, rê daye Iraqê ku pereyê  elektrîkê bide Îranê. Bi razandina pereyan li ser hesabekî sînordar li Iraqê û li gorî cezayên Amerîkî, ew pere tenê ji bo mijarên mirovî û deverên din ên ku navkevin ber dorpêçan dê bê bikaranîn. Pere jî dê ne rasterast lê tenê bi rêya aliyên sêyemîn ên hatine pejirandin, radestî Îranê were kirin. Em weke Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, li gor rewûê veguhestina diravî erê dikin.”

Di dema ku danûstandinên nerasterast di navbera Îran û Amerîkayê de berdewam dibûn, roja 10ê Hezîranê hatibû ragihandin ku 2 milyar û 700 milyon dolar ji samanên Îranê yên ku li Iraqê ji ber cezayên Amerîkayê hatine cemidandin, rê li ber hat vekirin.

Hinardekirina petrola Kurdistanê

Ji aliyekî din ve, hin çavkanî diyar dikin ku piştî rawestandina hinardekirina petrolê ji Kurdistanê, Rûsyayê di meha Gulanê de nêzîkî 1,7 milyon ton (rojê nêzîkî 400 hezar bermîl) petrol bi rêya Tirkiyê re hinarde kiriye.

Matthew Miller li ser pirsa Diyar Kurd ya “Helwesta we li hember hinardekirina petrola Rûsyayê ji bo Tirkiyê çi ye? Ji aliyê din ve jî li ser rawestandina hinardekirina petrola Kurdistanê hûn bi Tirkiyê re di nava danûstandinan de ne. Sedemên wan ên ji nû ve nekirina hinardekirinê çi ne?” wiha got: “Me gotibû em dê li ser hevdîtinên xwe yên dîplomatîk ên taybet bi hevkarên xwe re neaxivin. Lê helwesta me ya li ser destpêkirina hinardekirina petrolê ya ji Bakurê Iraqê zelal bû û em piştgirî didin destpêkirina wê. Em kêfxweş in ku rayedarên Tirkiye û Iraqê ji bo ji nû ve hinardekirina petrolê di 9ê Hezîranê de civiyan. Em dê ji bo vê yekê hewl bidin.”

Piştî biryara hakemê ya Odeya Bazirganî ya Navdewletî ya Parîsê di meha Adarê de li ser serlêdana hikûmeta Iraqê, hatina petrolê ji Kurdistanê bo bendera Ceyhanê rawestiya.

Piştî rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de ku di 4ê Nîsanê de hatibû îmzekirin, di 9ê Hezîranê de aliyên Tirkiye û Iraqî ji bo destpêkirina hinardekirinê hatin cem hev.

Dadgeha Bazirganiya Navdewletî ya Parîsê di 24ê Adara îsal de biryara doza ku Iraqê li dijî Tirkiyê vekiriye ji medyaya cîhanê re ragihandibû û biryar dabû ku nabe bêyî destûra hikûmeta federal a Iraqê, keştiyên petrolê yên wî welatî ji benderên Tirkiyê ber bi bazarên cîhanê ve biçin û piştî wê biryarê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatibû rawestandin.

Piştî rêkeftina di navbera Hewlêr û Bexdayê de ku di 4ê Nîsanê de hatibû îmzekirin, di 9ê Hezîranê de aliyên Tirkiye û Iraqî ji bo destpêkirina hinardekirinê hatibûn cem hev.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst