Li sînorê Çîn-Tacikistanê bi hêza 7.2 erdhej çêbû

23-02-2023
RÛDAW
Nîşan Erdhej Çîn Tacikistan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li ser sînorê Çîn-Tacikistanê bi mezinahiya 7.2 pileya rîxterê erdhej çêbû.

Li gorî daxuyaniya Navenda Torên Erdhejê ya Çînê (CENC), li nêzîkî sînorê di navbera Herêma Xweser a Uygur a Sincanê ya li rojavayê bakurê Çînê û Herêma Xweser a Bedexşana Çiyayî ya li rojhilatê Tacikistanê de erdhej çê bû.

Li gor Navenda Torên Erdhejê ya Çînê, hêza erdhejê 7.2 pileya rîxterê ye û erdhej li heremeke berfireh jî hest pê hatiye kirin.

Navenda Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS) jî mezinahiya erdhejê wekî 6.8 pile pîva, navenda lerzê jî wekî 67 kîlometre rojavayê bajarê Murghobê yê li aliyê sînorê Tacikistanê tomar kir.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst