Mexdûrên erdheja 6ê sibatê hîn jî nehatine qerebûkirin

18-08-2023
Loloxan
Nîşan Erdhej Qerebûkirin Heleb
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Helebê şêniyên taxên ku di erdheja 6ê Sibata 2023yan de zerar dîtiye piştî zêdetirî 6 mehan daxwaza qerebûkirinê dikin.

Encûmena Parêzgeha Helebê yê Sûriyeyê jî dibêje ew zû bi hawara zerardîtiyan ve çûne.

Endamê Encûmena Parêzgeha Helebê Ebdulqadir El-Dewalîbî got:

“Di dabînkirina pêdiviyên welatiyên mexdûr de gihandina alîkariyan bilez hat kirin ku di nav wan de dabînkirina stargehan û hemû alîkariyan hawarçûnê hebûn.

Piştre Encûmena Parêzgeha Helebê bi aliyên Îraqî û Çînî re li navçeyên Maserne û Heyderiyê dest bi dabînkirina cihên mayînê ji bo mexdûran kir.

Li Maserneyê 4 avahî, 120 apartman û li Heyderiyê jî 4 avahî 320 apartmananan li xwe digire.”

Li Helebê beşeke mezin a malbatên zerardîtî yên erdheja 6ê Sibatê, piştî herifîna xaniyên wan, rêxistinên mirovî û xêrxwazên dewlemend xanî ji wan re heta salekê kirê kirin.

Ew li hêviya wê yekê ne ku hikûmet wan tazmîn bike yan jî xaniyên wan bên nûjenkirin.

“Xêrxwazan heta salekê xanî ji me re kirê kirin”

Mexdûrê erdhejê Mihemed Xalid Ettal li ser rewşa got:

Ez ji taxa Bistan el-Zehrayê me, ev şeş meh in xaniyên me herifîne, kesên xêrxwaz heta salekê xanî ji me re kirê kirin.

Piştî salekê em nizanin dê çi çêbibe. Me bihîst ku wê hikûmet mexdûran qerebû bike, li wê avahiya ku herifiye ez bixwe kirêçiyekî kevn im.”

“Di avahiyê de 34 kes mirin”

Mexdûrê erdhejê Beşîr Dinno jî anî ziman:

“Ji dema erdhejê ve xaniyê min herifiye. Min hemû malbata xwe ji dest da. Di avahiyê de 34 kes mirin.

Min hevjîn û 4 zarokên xwe ku 2 keç û 2 kur bûn ji dest dan. Kesên rizgarbûyî niha li 3 dibistanan hatine bicîhkirin.

Ez li vir im daku selametiya her du zarokên xwe yên bi xemokiyê ketine biparêzim. Ez li vir dimînim heta hikûmet me qerebû bike.”

Li gorî amarên Hikûmeta Sûriyeyê, li Helebê di erdheja 6ê Sibata 2023yan de zêdetirî hezar û 600 kesan canê xwe ji dest daye.

Herwiha nêzîkî 180 hezar kes bê xanî mane û li zêdetirî 120 stargehan hatine bicîhkirin.

Li gor Bankaya Navdewletî jî ji ber erdheja 6ê sibatê Sûriyeyê bi qasî 5,1 milyar dolaran zerer dîtiye, ji sedî 45ê wê zererê li parêzgeha Helebê ye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst