20 ciwanên ji Kobaniyê li Rûsyayê hatin girtin: Metirsî heye ku wan radestî Sûriyeyê bikin

22-02-2024
RÛDAW
Yek ji wan ciwanan Letîf Ceradî beşdarî bultena Rûdawê bû
Yek ji wan ciwanan Letîf Ceradî beşdarî bultena Rûdawê bû
Nîşan Rûsya Koçberên Kurd Kobanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Pêla koçberiyê yê ji Rojavayê Kurdistanê ya ber bi Ewropayê ve ji ber sedemên cuda berdewam e.

Meha Hezîrana 2023yan hejmarek ciwanên ji Rojavayê Kurdistanê berê xwe da Rûsyayê û ji wir jî hewl da derbasî Ewropayê bibin.

Wan ciwanan ji Kobaniyê berê xwe da Libnanê û li wir pasaportên Sûriyeyê derxistin, her yekî ji wan hezar û 700 dolar da.

Piştre her yekî ji wan bi 6 hezar û 500 dolarî vîzeya xwendinê ji bo Rûsyayê ji xwe re derxistin û berê xwe da Rûsyayê.

Wan dixwest ji Rûsyayê biçin Almanyayê lê ji ber ku rêya Almanyayê pir xirab bû, ew neçar man ku berê xwe bidin Polonyayê.

Ew li ser sînorê di navbera Rûsya û Polonyayê de hatin girtin ku hejmara wan bi giştî 24 ciwan bû.

Meh û nîvek e kesek tiştekî li ser wan ciwanên girtî nizane gelo hîn girtî ne yan radestî Hikûmeta Sûriyeyê hatin kirin.

Ji wan 24 ciwanan tenê 4 kes derbasî Fînlandayê bûn.

Yek ji wan ciwanan Letîf Ceradî ji Helsînkiya paytexta Fînlandê beşdarî bultena Rûdawê bû û bersiva pirsên Dilbixwîn Dara da.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst