Amerîka: Me rê neda DAIŞî ji girtîgeha Hesekê birevin

22-01-2022
RÛDAW
Nîşan Amerîka HSD Pentagon John Kirby DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniya Amerîka da xuyakirin ku wan bi rêya êrîşên esmanî, alîkariya HSD kirine ku rewşa girtîgeha Xwêran ya Hesekê control bike.

Berdevkê Pentagonê John Kirby di konferanseke rojnmevaniyê de da xuyakirin ku êrîşeke esmanî bo piştevanîkirina HSD hatiye encamdan ew jî dema ku rûbirûbûn di navbera wan û girtiyên DAIŞê de hebû ku ji girtîgeha li taxa Xuwêran reviyanbûn.

John Kirby wiha got “Me hin êrîşên asmanî pêşkêşî wan kir ku piştgirî bidin wan dema ku ew bi vê reva zindanê ya taybet re mijûl dibûn. Amerîka pê dizane ku metirsiya DIŞIê ji holê ranebûye û em li ser vê yekê disekinin."

Her derbarî êrîşê de fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) da xuyakirin ku hêzên wan bi hevkariya hevpeymanan di têkbirina êrîşê de biserketin.

Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlum Kobanî roja Înê di twetekê de ragihand, "Hêzên me yên ewlehiyê gihiştin wî cihî û bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî di têkbirina êrîşê de biserketin. Navçeyên dewrûberên zîndanê bi temamî hatine dorpêçkirin û hemû kesên reviyane hatin desteserkirin. Em tekez dikin ku şerê me yê li dijî DAIŞê berdewam e û ranawestin heta ku em hemû tawanbaran dixin zîndanê."

Heriwha li gorî amarên navenda ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk di encama şer û pevçûnan de 23 çekdar hatin kuştin û 89 çekdarên ku xwestin birevin careke din hatine girtin.

Li aliyê din li gor berdevkê HSDê di şer de 7 şervanên wan canê xwe ji dest dane.

Pêncşemê 21/01/2022  demjimêr 19:50 şaneyeke çekdarên DAIŞ êrîş anî ser zindana Xwêran a Hesekê û hewla têkşikandina deriyê sereke ya zindanê dan. Li gel vê yekê di navbera şaneyê û şervanên HSDê de şerekî dijwar rû da.

Li gor medyaya Hêzên Sûriya Demokratîk, şeva Înê jî çekdarên DAIŞê otomobîlek û motosîkleteke bombekirî, li nêzîkî wê girtîgehê teqandin. Piştre şer û rûbrûbûn di navbera hêzên zêrevanî yên girtîgehê û çekdarên DAIŞê ku ji başûrê bajar ve nêzîkî girtîgehê bibûn, çêbû.

Piştî vê yekê çekdarên DAIŞê 3 tankerên petrolê li nêzîkî wê zîndanê teqandin daku dûkêl esman bigire û balafirên şer nikaribin wan bomberan bikin. Hevdem ligel wê çekdarên di nav zîndanê de dest bi serhildanê û rûbrûbûnan ligel hêzên emnî kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst