HSDyê operasyoneke nû da destpêkirin

27-08-2023
RÛDAW
Nîşan HSD Operasyon DAIŞ Dêrezor
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) li Dêrezorê li dijî şaneyên DAIŞê operasyoneke nû da destpêkirin.

HSDyê ji bo şopandina şaneyên DAIŞê li herêma Dêrazorê bi hevkariya Hêzên Hevpeymaniya Navneteweyî dest bi operasyona bi navê “Xurtkirina Ewlehiyê” kir.

Navenda Ragihandinê ya HSDyê di daxuyaniyekê de got:

“Li navçeya Dêrezorê kiryarên terorî li dijî nişteciyên wan û Hêzên Ewlehiyê ji aliy şaneyên DAIŞê ve têne kirin.”

Li gorî daxuyaniyê li ser daxwaza xelkên deverê HSDyê îro demjimêr 20:00an bi piştgiriya Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ew operasyon daye destpêkirin.

Di daxuyaniyê de hat gotin ku armanc ji wê operasyonê pêkanîna ewlehiyê ye.

Pêştir li Reqa û Cizîrê bi armanca jinavbirina paşmayên şaneyên DAIŞê û rêgiriya li ber êrîşên pêşbînîkirî operasyonek hatibû destpêkirin.

HSDyê diyar kir ku ev operasyon berdewamiya wê operasyona li Reqa û Cizîrê ye.

Li gorî daxuyaniyê, operasyon heta bigihêje armancên xwe dê berdewam bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst