Stoltenberg: Hemû delîl nîşan didin ku Îran dronan dide Rûsyayê

21-10-2022
RÛDAW
Nîşan Jens Stoltenberg NATO Rûsya Îran Dron Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg diyar kir ku hemû delîl nîşan didin ku Îran dronan dide Rûsyayê da ku li Ukraynayê bên bikaranîn û got “Êrîşên hovane yên ku ji aliyê van dronan ve pêk tên, bilezbûna zêdekirina piştgiriya ji bo Ukraynayê radixe ber çavan.”

Sekreterê Giştî yê NATOyê Jens Stoltenberg li baregeha NATOyê di civîna çapemeniyê ya hevpar a bi Serokwezîrê Swêdê Ulf Kristersson re bersiva pirsên rojnamevanan da.

Stoltenberg li ser pirsa bikaranîna dronên Îranê di şerê li Ukraynayê de wiha bersiv da “Ez dê nekevim hûrgiliyên îstîxbarata me, lê ya ku ez dikarim bêjim ev e; her nîşane nîşan dide ku Îran van dronan ji Rûdsyayê re peyda dike.

Stoltenber got jî “Em bang li hemû welatan dikin, Îran jî di nav de, piştgiriyê nedin şerê neqanûnî yê Rûsyayê li dijî Ukraynayê.”

Stoltenberg da zanîn ku welatên endam wek Almanya, Amerîka, Hollanda û Fransa ji bo Ukraynayê di prosesa radestkirina sîstemên berevaniya esmanî yên zêdetir û pêşketî de ne û ragihand “Êrîşên hovane yên ku ji aliyê van dronan ve pêk tên, bilezbûna zêdekirina piştgiriya ji bo Ukraynayê radixe ber çavan.”

Herwiha Stoltenberg li ser pirsa gelo delîlên hene ku Îran ji Rûsyayê re mûşekan dişne an na, bi vî rengî bersiv:

“Dîsa jî heman bersiv. Ez ê bi taybetî behsa hûrgilîyên îstîxbarata me nekim. Lêbelê derbarê her piştgiriyeke bo Rûsyayê Îran çi dike em ji nêz be dişopînin. Em bang li Îranê dikin ku mûşen an jî dronan ji Rûsyayê re peyda neke. Her şandina mûşekan jî binpêkirina eşkere ya biryarên Encûmena Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî ye.”

“Ukrayna dikare axa xwe ya dagirkirî rizgar bike”

Sekreterê Giştî yê NATOyê derbarê şerê Ukraynayê de wiha anî ziman:

Ya ku em di bingehê de dibînî Rûsya, Serok Putîn di şerê Ukraynayê de têk çûne. Serok Pûtîn bi dagirkirina Ukraynayê xeletiyek mezin kir. Ew neçar ma ku ji derdora Kîevê û erdên li bakur vekişe. Piştre li Donbasê êrîşeke mezin da destpêkirin. Ev êrîş ji aliyê hêzên leheng ên Ukraynayê ve hate rawestandin û niha Ukrayna dikare axa xwe ya dagirkirî rizgar bike û em jî di vê mijarê de piştgirê didin wan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst