Fîdan û Guterres bi telefonê alîkariyên mirovî yên bo Sûriyê gotûbêj kirin

27-06-2023
Ferdî Sak
Nîşan Hakan Fîdan Antonio Gutterres
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres di peywendiyeke telefonî de rewşa dawî ya Peymana Veguhastina Dexlûdan a Stenbolê û alîkariyên mirovî yên bo Sûriyê gotûbêjkirin.

Wezareta Derve ya Tirkiyê roja Sêşemê 27ê Hezîrana 2023an ragihand ku Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres peywendiyeke telefonî pêkanîne.

Li gor wezareta navborî Fîdan û Guterres di wê peywendiya telefonî de li ser rewşa dawî ya Peymana Veguhastina Dexlûdan a Stenbolê û alîkariyên mirovî yên bo Sûriyê gotûbêj kirine.

Peymana veguhestina dexlûdanan a di navbera Ukrayna û Rûsyayê de bi navbeynkariya Tirkiye hatibû îmzekirin û bi vê yekê Ukraynayê dest bi hinardekirina dexlûdanan kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst