Tirkiye hêdî hêdî koçberên Sûriyeyî tevlî civakê dike

05-11-2023
RÛDAW
Tirkiye hêdî hêdî koçberên Sûriyeyî tevlî civakê dike
Tirkiye hêdî hêdî koçberên Sûriyeyî tevlî civakê dike
Nîşan Tirkiye Koçberên Sûriyeyê Yekîtiya Ewropayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tirkiye gav bi gav koçberên Sûriyeyê tevlî civakê dike

Nişteciyên parêzgeha Rihayê 2 milyon kes in, çaryeka wê penaxwazên Sûriyeyî ne.

Yekîtiya Ewropayê piştevaniya aborî ya zêdetir pêşkêşî Tirkiyeyê dike, bi hêviya ku berdewamî mêvandariya nêzîkî 3.5 milyon penaberên Sûriyeyê bike.

Ji ber eger wiha nebe, dibe ku piraniya wan biçin Ewropayê.

“Ji bo entegrasyonê gelek tişt tên kirin”

Balyozê Yekîtiya Ewropayê yê Tirkiyeyê Nikolaus Meyer-Landrut got:

"Berpirsên Tirkiyeyê peyva entegrasyonê bikar nayînin.

Lê di heman demê de wê yekê qebûl dikin ku niha şert û mercên Sûriyeyê rê nadin vegerandinê û divê her tişt bê kirin ji bo rê bi jiyaneke guncaw bê dayîn.

Herçiqasî asoya vegerê ji ber sedemên siyasî rawestiyaye jî lê ji bo entegrasyonê gelek tişt tên kirin.”

Brukselê ji sala 2011an ve 10 milyar Euro ji bo dibistan, çavdêriyên tendirustî, bernameyên fêrkirinê û vekirina kursan bo penaxwazên Sûriyeyî ji Tirkiyeyê re veqetandine.

Mamosteya Kursa Ristin û Hûnandinê Diyana Arol anî ziman,“Ez kursan vedikim, ji bo zarok û xaniman.

Ez wan fêr dikim çawa şêrînî û kekan çêbikin. Derbarê xwaringehê de ez wan fêrî her tiştî dikim.”

800 hezar zarokên Sûriyeyî li dibistanên hikûmî yên Tirkiyeyê dixwînin.

Bi wê budceya ku Yekîtiya Ewropayê ji bo piştgiriya penaxwazan veqetandiye.

Li dibistanan polên nû hatine vekirin. Lê beşek ji xelkê ne razî ne.

“Giringiya didin zarokên Sûriyeyî nadin neviyên min”

Nişteciyê Rihayê Mustafa Aslan got, “Ez ji bo dîtina neviyê xwe çûm dibistanê.

Sê zarokên Tirk û 24 zarokên Sûriyeyê di yek polî de bûn. Sê welatiyên Tirkiyeyê û 24 Sûriyeyî.

Li dibistanê giringiya didan wan nedidan neviyê min. Ez li dijî wê yekê me.

Ev ax a bav û bapîrên me ye, bapîrên me ji bo azadiya vir şer kirin. Ez dixwazim ji vir biçim.”

Li Rihayê rêjeya bêkariyê ji sedî 15 e. Li gorî karbidestên wî bajarî, tenê 17 hezar û 557 welatiyên Sûriyeyî yên kar dikin hatine tomarkirin.

Yên din bi awayekî ne yasayî kar dikin û gelek caran mûçeyekî kêm didin wan.

Li gorî rapora Weqfa Lêkolînên Siyasî û Aboriyê, ji sedî 48ê Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê bi awayekî ne yasayî kar dikin.

Herwiha ji sedî 41ê wan jî mûçeyekî kêmtir ji yê welatiyên Tirkiyeyê werdigrin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst