Li Almanyayê hejmareke zêde ya dengderan beşdarî gera duyem a hilbijartinê dibin

21-05-2023
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan Almanya ‌Hilbijartin 2023 Hilbijartinên Serokkomariyê Berlîn Dengdêrên Derve
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî destpêkirina dengdana derve, li Almanyayê ku yek ji welatên herî welatiyên Tirkiyê lê dijîn hejmareke zêde ya dengderan beşdarî gera duyem a hilbijartina serokkomariyê dibin.

Ji bo gera duyemîn a hilbijartina serokkomariya Tirkiyê, ji 20ê Gulanê ve dengdana li nûnertiyên derveyî wî welatî, deriyên sînor û firokexaneyan destpê kiriye.

Navendeke dengdanê yali Berlîna paytexta Almanyayê, hejmareke zêde ya dengderan dengê xwe li wê derê didin.

Dengdêr Yildirim anî ziman “Li Almanya û welatên din jî her serokek dixwaze bo welatê xwe kar bike, ne girîng e Erdogan be yan ên din be, ya girîng ew e ku hinek demokrasî li wî welatî hebe. Hemû siyasetmedar dixwazin bo welatê xwe şer bikin, ez wiha dibînim.”

Herçiqas di gera yekem de Serokê AK Partî û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan ku berbijêrê Hevpeymaniya Cumhur e pênc xal li pêşiya Serokê CHPê û berbijêrê Hevpeymaniya Millet Kemal Kiliçdaroglu ye, lê ji ber yekî ji wan zêdeyî %50ê dengan bidest nexistiye hilbijartin derbasî gera duyem bûye.

Dengder Ayşe dibêje “Yê herî baş ji bo me Erdogan e, ev nerîna min e û ez wiha dibînim. Kesekî rastgo ye û ji bo welatê me biryarên baş dide. Zelal diaxive û li gor min ew baş e.”

Beşekî din ên dengderan jî dibêjin berbijêrê Hevpeymaniya Millet kesekî bihêz e ku dikare di qonaxa bê de serokatiya Tirkiyê bike.

Dengder Emre Tallay got “Xwezî Kemal Kiliçdaroglu biser bikeve û bo welat guhertinek çêbibe. Ji ber pêwîstiya me bi wê yekê heye, 21 sal bû, guhertin pêwîst e.”

Di gera yekem a hilbijartinê de Erdogan li derveyî Tirkiyê 967 hezar û 180 deng û Kiliçdaroglu jî 665 hezar û 111 deng bidest xistibûn.

Di vê gera duyem a dengdanê de jî 49 hezar û 958 dengderên nû hene ku dê bo cara yekem bikaribin dengên xwe bidin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst