Kanada dişewite: ‘Me ji 30 hezar kesî xwestiye ku ji malên xwe derkevin’

20-08-2023
RÛDAW
Nîşan Kanada Şewata Daristanan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Kelownayê ya Kanadayê ji ber agirê ku bi daristanan ketiye ji nêzîkî 30 hezar kesî hat xwestin ku malên xwe vala bikin.

Li bajarê Kelownayê ya herêma Kolombiyaya Brîtanî ya Kanadayê li ser 36 hezar kesan metirsî heye, li wê herêmê bi tevahî 150 hezar kes dijîn.

"Rewş dijwar e"

Wezîrê Rêveberiya Rewşên Bilez û Keşûhewayê ya Kolombiyaya Brîtanî Bown Ma ragihand:

“Rewş dijwar e û amar diguherin lê me niha ji nêzîkî 30 hezar kesî xwestiye ku ji malên xwe derkevin.

Me ji ber metirsiya agir hişyarî daye nêzîkî 36 hezar kesên din."

"Meseleya man û nemanê ye"

Bown Ma diyar kir pir girîng e ku xelk guh bide hişyariyan û got:

“Ev ne tenê ji bo welatiyan meseleya man û nemanê ye, ji bo kesên ku diçin welatiyan hişyar dikin jî wiha ye.”

Berpirsên Kelownayê ji welatiyan xwest cihê bûyerê biterikînin daku ji tîmên agirvemirandinê û rizgarkirinê re astengiyan çênekin.

Berpirsên Kanadayê jî ji welatiyan xwest ku neçin bajarên Kelowna, Kamloops, Osoyoos, Oliver, Penticton û Vernon ên Kolombiyaya Brîtanî.

Zêdetirî 20 hezar kesî koçber bûn

Li gorî berpirsên bajarê Yellowknifeyê bakurê rojavayê Kanadayê ji roja înê ve zêdetirî 20 hezar kesî ji ber nêzîkbûna agir koçber bûne.

Li herêma Kolombiyaya Brîtanî ji 6ê meha tebaxê û vir ve şewata daristanan didome.

Li Kanadayê îsal nêzîkî 14 mîlyon hektaran daristan şewitiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst