Dadgeheke Japonê ji hikûmetê xwest ku penaberekî Kurd qerebû bike

20-04-2023
RÛDAW
Nîşan Japon Penaberên Kurd
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dadgeheke bajarê Tokyo ya paytexta Japonê daxwaz ji Hikûmeta Japonê kiriye ku hezar û 600 dolaran weke qerebû bide penaberekî Kurd.

 ji ber ku navenda koçberan sala 2019 bi xerabî serederî li gel wî kiriye.

Dadgeha Tokyoyê ragihand ku ew gihîştine wê encamê ku reftara karmendekî koçberan a navenda bakurê Rojhilatê Tokyo di sala 2019an de li gel wî welatiyê Kurd penaberê bûye.

Dadgeha Tokyoyê dibêje ku dema ku destên wî kesî ji pişt ve kelepçekirî bûn, karmendekî tundûtûjî li wî kiriye.

Ew welatiyê Kurd xelkê Bakurê Kurdistanê ye û 44 salî ye xwe weke Denîz daye nasandin û naxwaze navê xwe yê temam eşkere bike, ditirse ku pirsgirêk ji bo malbata wî çêbibin.

Denîz ê xelkê Bakurê Kurdistanê daxwaza 81 hezar û 760 dolaran weke qerebû kiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst