Hunermendê Kurd Serdar Canan cara 4emîn e li Japonyayê konseran dide

6 demjimêr berê
Ferdî Sak
Serdar Canan li Japonyayê 4 konser saz kirin / Wêne: Rûdaw
Serdar Canan li Japonyayê 4 konser saz kirin / Wêne: Rûdaw
Nîşan Serdar Canan Japonya Başbakanı Erika Oyda Kurd Konser
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hunermendê Kurd ê ji Colemêrga Bakurê Kurdistanê Serdar Canan dîsa bi deng, tembûr û muzîka xwe ya taybet derket pêşberî Japonan.

Serdar Canan nêzikî 2 hefteyan e di çarçoveya bernameyekê de li Tokyoya paytexta Japonyayê konseran li dar dixe.

Kurdên li Tokyoyê û Japon eleqeyeke zêde nîşanî konserên wî didin.

"Armanc di navbera hunera Kurd û Japonan de avakirina pirekê ye"

Canan derbarê bernemaya xwe ya li Japonyayê de ji Rûdawê axivî re û got:

"Armanca min a van konseran ew e pirekê di navbera hunera Kurdî û Japonî de ava bikim."

Serdar Canan wiha pê de çû:

"Ev cara çaremîn e ez têm Japonyayê.

Heta niha me çend konser pêk anîn lê vê care hinekî cudatir e.

Me Workshop jî li gel japonan û hunermendên Japon çêkirin.

Îşev jî em li Saîtamayê ne û konsereke me ya taybet ji bo Kurdên me yên li vê derê û Japonan heye.

Em dê li gel hunermend û dansorên Japon hîn çend bernameyan pêk bînin û piştre em dê vegerin Kurdistanê.

Hêvîdar im bernameya me xweş biçe û gelek spas ji bo Rûdawê jî ku em kirine nûçe.”

Hunermendê Kurd di konserên xwe de bi taybetî kilam û stranên gelêrî yên Colemêrgê û deverên cuda yên Bakurê Kurdistanê gotin.

Bername bi piştgirî û pêşengiya Hunermenda Japon Erika Oydayê tê meşandin.

Kilamên denbêjiyê û hunera devkî ya Kurdî bi taybetî bala wê kişandiye û ew dixwaze bi rêya konser û bernameyan çand û hunera Kurdan bi xelk û hunermendên welatê xwe bide naskirin.

"Meraqa min ji hunera devkî ya Kurdan re heye"

Hunermenda Japon Erika Oydayê li ser bernameyê got:

"Ev cara 4emîn ku me Serdar vexwend. Konser û Workshop û şano jî hene.

Vê carê hinekî cudatir e. Zêdetir li gel hunermendên Japon û hunermendên nûjen e.

Ji ber ku meraqeke zêde ya min ji bo hunera devkî ya Kurdî heye, min xwest li gel Serdar hunereke nû çêbikim.

Bernameya me vê carê jî gelek baş derbas dibe.”

Serdar Canan dixwaze muzîk û hunera Kurdî bi hemû cîhanê bide naskirin.

Di vê bernameya xwe de jî heta niha li cihên cuda yên Tokyoyê 4 konser li dar xistine.

Her wiha Canan beşdarî çend workshopên li gel dansoz û hunermendên Japon bûye.

Konsera dawî ya hunermendê Kurd jî sibe li Tokyoyê ye û 1ê Çiriya Pêşînê vedigere welêt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst