Sibe gereke nû ya danûstandinên Astanayê dest pê dike

19-06-2023
RÛDAW
Nîşan Astana Krîza Sûriyê Rûsya Tirkiye Îran Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Sibe gereke din a danûstandinên Astanayê yên taybet bi pirsa Sûriyê destpê dike û reşnivîsa nexşeriya asayîkirina peywendiyên Sûriyê û Tirkiyê ye yek ji mijarên wê hevdîtinê ne.

Jêderekê ji Hikûmeta Sûriyê ji rojnameya Wetenê ya nêzîkî hikûmetê re gotiye, Şam naxwaze di civînan de gotinên berê bên dubarekirin û divê berî her tiştî Tirkiyê ji Sûriyê derkeve û “dawî li dagîrkeriya” wê were.

Li gor rojnameya El Weten Sûriyê êdî qebûl nake ku tenê behsa “şerê grûpên terorîst bê kirin, divê terorîst ji Idlibê jî derkevin, ku Tirkiyê piştevaniya wan dike, ew jî Cebhet El Nusre ye.”

Berî çend rojan, Cîgirê Wezîrê Derve yê Rûsya Mîxaîl Bogdanov gotibû ku reşnivîsa nexşeriya asayîkirina peywendiyên Sûriyê û Tirkiyê amade ye.

Tê gotin ku reşnivîsa nexşeriya asayîkirina peywendiyên Sûriyê û Tirkiyê dê were gotûbêjkirin.

Danûstandinên Astanayê yên taybet bi krîza Sûriyê di meha Çileya 2017an de bi gerentiya Rûsya, Tirkiye û Îranê û beşdariya Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê wê yê demê Staffan De Mistura li Astana Paytexta Kazixistanê di navbera şandên rêjîm û opozîsyona Sûriyê destpê kiribû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst