90 koçber ji Derya Navîn hatin rizgarkirin

18-12-2022
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Keştiyên Almanyayê 90 koçber ji Deryaya Navîn rizgarkirin û piraniya wan xelkê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê bûn.

Koçberên ku hatine rizgarkirin dixwestin bi belemên lastîkî û kevn xwe bigihînin Almanya, lê di nava deryayê de asê mabûn.

Rêxistina Almanî SA got, wê tenê 63 koçber rizgar kirine, ew kes roj û nîvekê di deryayê de mabûn, di nava wan de 12 zarok hebûn.

Wezareta Navxwe ya Îtalya jî  ragihan ku îsal 98.700 hezar koçber bi qaçaxî çûne wî welatî û 1360 koçber di avê de xeniqîne.

Li gorî hikûmeta Brîtanyayê, tenê îsal zêdetirî 40 hezar koçber bi keştiyan ji Fransa derbasî Brîtanyayê bûne, ku ev jî hejmareke rekor e.

Ew rê ji bo koçberiya neqanûnî yek ji rêyên herî xeternak e. Roja Çarşemê piştî ku keştiyek li nêzî bendera Dover a li başûrê Îngilîstanê noqî avê bû, çar koçber mirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst