YE dê ji bo vegerandina koçberan bi Belarusê re danûstandinan bike

18-11-2021
RÛDAW
Nîşan Belarus Poland Yekîtiya Ewropa Koçber Krîza Koçberan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê (YE) Eric Mamer ragihand ku ji bo vegerandina koçberên li ser sînorê Polandê dê bi Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) û rayedarên Belarûsê re hevdîtinên teknîkî bên kirin.

Berdevkê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Eric Mamer di civîna rojnamevanî ya rojane ya Komîsyona Yekîtiya Ewropayê de axivî û diyar kir ku Yekîtiya Ewropayê kêfxweş e ku Iraqê biryar daye di 18ê Mijdarê de ji bo vegerandina welatiyên xwe ji Belarûsyayê dest bi geştên asamanî bike.

Eric Mamer herwiha diyar kir ku Cîgirê Serokê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Margaritis Schinas di çarçoveya hewldanên dîplomatîk ên YEyê yên li ser koçberên ku hewl didin ji Belarusê derbasî Polonyayê bibin, li paytexta Iraqê Bexdayê ye.

Mamer da zanîn ku Margaritis Schinas têkildarî mijara koçberên Iraqî yên ji Belarusê hewl didin derbasî Ewropayê bibin li Bexdayê ye.

Bi gotina Mamer li Bexda Schinas dê çend hedîtina ligel rayedarên Iraqê bike û got, "Di vê çarçoveyê de em pêşwazî li daxuyaniya rayedarên Iraqê dikin ku dê roja Pêncşemê ji bo vegerandina welatiyên xwe ji Belarusê dest bi geştên asmanî bike.”

Bi Belarusê re hevdîtin pêk tên

Mamer di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê Twitterê de jî derbarê xebatên Yekîtiya Ewropayê yên têkildarî koçberan de agahî dan.

Berdevkê Komîsyona Yekîtiya Ewropayê herwiha diyar kir ku Seroka Komîsyona Yekîtiya Ewropayê Ursula von der Leyen têkildarî krîza li ser sînorê Belarusê têkiliyên xwe yên bi welatên endam re didomîne û got, “Divê Belarûs alîkariya însanî û cihê manê bide penaberan.”

Di heman demê de Eric Mamer ragihand ku ji bo vegerandina koçberan dê bi Komîseriya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), Rêxistina Koçê ya Navneteweyî (IOM) û rayedarên Belarusê re hevdîtinên teknîkî bên kirin.

Bi hezaran koçber li ser sînorê Belarus û Polandê di nav serma û şert û mercên zehmet de asê mane.

Li aliyê din biryar e, roja Pêncşemê, nêzikî 300 koçberên Kurd û Iraqî bên vegerandin. Firokeya ku dê koçberan veguhêze, pêşiyê dê bê Hewlêrê û paşê jî dê li Bexdayê dakeve.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst