Bo rêgirtina li koçberan Îtalya daxwaza alîkariyê ji Yekîtiya Ewropayê dike

06-07-2023
Loloxan
Wêne: AFP
Wêne: AFP
Nîşan Îtalya Giorgia Meloni Koçber Yekîtiya Ewropa
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tevî ku Îtalyayê ji bo rûbirûbûna pêla koçberan tedbîrên xwe tund kirine, lê belê çûna koçberan bo wî welatî û di rêya wî welatî ve bo welatên Yekîtiya Ewropayê berdewam e, lewra Serokwezîra Îtalyayê banga alîkariyê ji wê yekîtiyê kir.

Koçberên di nav belemekê de li nêzîkî peravên girava Lampedossa ji aliyê hêzên deryayî yên Îtalyayê ve li başûrê wî welatî tên rizgarkirin.

Hejmara wan 44 koçber in, piraniya wan zarok û jin in, hinek ji wan jinan ducanî ne

Tevî metirsiya rêya gihiştina bo Ewropayê, koçber ew rê dane ber xwe. Îtalya jî dixwaze Yekîtiya Ewropayê bo rêgirtina li pêla koçberan alîkariya wê bike.

Serokwezîra Îtalyayê, Giorgia Meloni dibêje: “Em dixwazin dawiyê bi diyardeya koçberên neyasayî bînin, heta Ewropa negihê wê baweriyê ku çawa bikaribe vê pirsê çareser bike, û gotûbêjan derbarê wê neke, ku çawa bikaribe îdareya koçberan bike di dema gehiştina wan bo nav axa Ewropayê, em qet nikarin çareseriyeke rasteqîn bibînin.”

Li gor amarên berpirsên Ewropayê, tenê ji destpêka îsal zêdeyî 56 hezar koçber bi rêya deryayê berê xwe dane Îtalyayê. Niha Ewropî jî dixwazin rêkeftineke giştî bikin, daku ji niha û şûnde Îtalya rûbirûyê guvaşa koçberan nebe.

Li gor wê rêkeftina Ewropayê, divê her 27 welatên endamên Yekîtiya Ewropayê hejamreke koçberan werbigirin, û eger koçberan wernegirin, divê pereyan bidin wan welatên ku koçberan werdigirin.

Komîsyara Ewropayê bo Karûbarên Navxwe, Yolva Uhanson dibêje: Ti welatek bi tenê nikare îdareya krîza koçberan bike û rêkeftina çend hefteyên berî niha a Encûmena Ewropayê jî pêngaveke girîng bû. Ez piştrast im ku dikarin pirsa koçberan û penaxwazan heta dawiya vê xula Encûmena Ewropayê bigihên rêkeftineke hevbeş û yasayeke me ya bihêz hebe, heta bikaribin bi başî îdareya koçberan bikin.

Li gor amarên rêxistina Koça Navdewletî, di şeş mehên yekem ên îsal de, zêdeyî hezar koçberan canê xwe ji dest dane yan wenda bûne, ku piraniya wan jî xelkê welatên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîqyayê ne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst