Li Ukraynayê kesên xwebexş sivîlan ji herêmên şer rizgar dikin

18-07-2023
Dilniya Rehman
Piştî şer û pevçûnên vê dawiyê heta niha zêdetirî 40 hezar kesan ji herêmên Donetsk û Luhanskê hatin veguhestin
Piştî şer û pevçûnên vê dawiyê heta niha zêdetirî 40 hezar kesan ji herêmên Donetsk û Luhanskê hatin veguhestin
Nîşan UUkrayna Dontsk Pakrovsk Xwebexş Rizgarkirina Sivîlan
A+ A-

Pakrovsk (Rûdaw) - Ji destpêka şerê Ukrayna û Rûsyayê ve, li bajarên Ukraynayê grûpên xwebexş hatin avakirin ku sivîlan ji heremên şer rizgar bikin û bibin cihên ewle.

Li bajarê Pakrovskê ku dikeve bakurê herêma Dontskê, bi derketina rojê re kesên xwebexş dest bi rizgarkirina kesên sivîl ji herêmên metirsîdar dikin.

Yevgeny Trokhimenko du meh in di nav wan tîmên xwebeşx de ye ku sivîlan ji deverên xeternak ên li rojhilatê Ukraynayê vediguhezînin deverên ewle yên li navenda wî welatî.

Endamê Tîma Milyaketên Alîkariyê Yevgeny Trokhimenko dibêje: “Di destpêka şer de, çend kesên xwebexş ji bo rizgarkirina sivîlan dest bi kar kirin. Dûv re ji bo rizgarkirin û veguhestina sivîlan rêxistinek ava kirin, jimareyên têlefonan dan da ku mirovan bigihînin cihê ewlehiyê.”

Artyom Serik ê 37 salî jî yek ji wan kesan e ku gundê xwe yê li herêma pevçûnê ku 30 kîlometre dûrî Baxmutê ye terikandî ye. Artyom Serik ê ku ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nekarî tevlî artêşa Ukraynayê bibe, hevjîn û 2 zarokên xwe şandine bajarê Jitomir ê li navenda Ukraynayê.

Artyom Serik dibêje: “Li vir ne kar û ne pere heye, me biryar da ku em koç bikin. Em hêvîdar in ku karekî bibînin û li Jitomirê bijîn.”

Her roj nêzîkî 30 kesan diçin navendeke taybet a li Pakrovskê û ji bo rizgarkirina kesên ku ji Kramatorskê hatine derxistin navên xwe tomar dikin.

Xwebvexş Marina Khudoli jî dibêje: “Veguhestina sivîlan girêdayî bombebaranan e. Îro bombebaran pir kêm bûye. Li vir 30 an 40 kes hene. Niha em bi koordîneya bi rêveberiyên Donetsk û Jitomirê re sivîlan ji vir dibin Jitomirê.”

Bi destpêkirina şer re Artyom Serik û bi sedan kesên din neçar man ku dûrî cihê jidayikbûna xwe dest bi jiyaneke nû bikin.

Artyom Serik hêviya xwe ya aştiyê tîne ziman û dibêje: “Ez hêvî dikim ku dema ez vegerim aştî pêk were.”

Piştî şer û pevçûnên vê dawiyê heta niha zêdetirî 40 hezar kesan ji herêmên Donetsk û Luhanskê ber bi navend û rojavayê Ukraynayê ve hatine veguhestin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst