Amerîka û Brîtanyayê cezayên nû bi ser Îranê de sepandin

18-04-2024
RÛDAW
Nîşan Amerîka Brîtanya Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Amerîka û Brîtanyayê ji ber êrişa 13ê Nîsanê ya li Îsraîlê, cezayên nû bi ser pîşesaziya dronan a Îranê de sepandin.

Wezareta Xezîneyê ya Amerîkayê 16 kes û 2 saziyên Îranê ji ber ku destê wan di çêkirina motorên dronên êrişa li Îsraîlê hatine bikaranîn de hebûye xistin lîsteya cezayan.

Brîtanyayê jî ceza bi ser çend sazî û kesayetên leşkerî yên Îranê de sepandin ku di pîşesaziya dronan û bernameya mûşekên balîstîk ên Îranê de cih digirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di daxuyaniyekê de ragihand ku Amerîkayê li hemberî êrişa Îranê alîkariya Îsraîlê kiriye û da zanîn:

“Em niha jî bi sepandina cezayên nû Îranê rûbirûyê berpirsyarî dikin.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden herwiha got:

“Min talîmat da tîma xwe ku ji bo lawazkirina zêdetir a pîşesaziya leşkerî ya Îranê berdewam bin di sepandina cezayan de.”

Wezîra Xezîneyê ya Amerîkayê Janet Yellen jî di daxuyaniyekê de got:

“Em dê desthilata xwe ya cezayan bi kar bînin da ku di roj û hefteyên pêş de bi gavên zêdetir li dijî Îranê bisekinin.”

Ev gav piştî wê yekê hatin ku rayedarên Washingtonê vê hefteyê hişyarî dabûn ku ew dê cezayên zêdetir bisepînin û pêşî li êrişên zêdetir û tevgerên Îranê li herêmê bigirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst