Hewlêr (Rûdaw) – Parlamentoya Swêdê guherînên di makezagona (Destûr) wî welatî de ku yek ji şertên Tirkiyeyê yên ji bo erêkirina endametiya Swêdê ya NATOyê de ye, pesend kir.
Guherîna makezagonê ya ku ji aliyê Parlamentoya Swêdê ve hat qebûlkirin û “qanûnên têkoşîna li dijî terorê tundtir dike” dê di 1'ê Çileya 2023'an de bikeve meriyetê.
Di dengdana li ser guherînên destûrê de, 270 parlamenteran dengê "Erê" û 37 parlamenteran jî dengê "Na" dan.
Partiya Çep û Partiya Keskan li dijî guherînên di Destûrê de derketin û 42 parlamenter beşdarî di guhertina Destûrê de nekirin.
Di guhertina makezagonê de hat diyarkirin ku azadiya rêxistinbûnê û destûra xwenîşandana “komên ku di nava terorê de cih digirin” dê sînordar be û dê rê li ber derxistina qanûnên nû veke.
Di guhertinê de hat gotin kesên agahiyên ku zirarê dide têkiliya Swêdê ya bi dewleteke din an jî rêxistineke navneteweyî re diweşînin, bi Îstîxbarata Swêdê dikare bi gumana 4 sal cezayê girtîgehê lêpirsînê derbarê wan de bide destpêkirin.
Pisporan di daxuyaniya xwe ya ji bo çapemeniya Swêdê de diyar kirin ku guherîna destûra bingehîn a nû rê li ber hêsankirina dozên sûcyê yên li dijî endamên PKKê vedike.
Guhertina makezagonê dê di 1ê Çileya 2023an de bikeve meriyetê.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse