ASTANA - 'Em hewlên Rêveberiya Xweser red dikin'

17-02-2021
Nîşan Astana Soçî Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Îro li bajarê Soçî yê Rûsya civînên gera 15em ya Astanayê ku ji bo çareserkirina krîza Sûriyê ye bidawî hatin.

Di civînê de herdu şandên opozîsyon û Hikûmeta Sûriyê û nûnerên hersê welatên gerentorên Astana, Rûsya, Iran û Tirkiyê beşdar bûn.

Di civînê de gelekî li ser Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Rojhilatê Sûriyê rawestiyan û hersê welatên garentor daxuyaniyeke hevbeş derxistin.

Welatên grentor tekez kirin, ku ew “destdanîna li ser petrola bakurê rojhilatê Sûriyê şermezar dikin” û gotin zeviyên petrolê tenê mulkê Komara Erebî ya Sûriyê ye.

Garentorên Astana dan zanîn ku “tenê li ser bingeha parastina serweriya Sûriyê divê aramî li bakurê rojhilatê Sûriyê bicî were û ew rewşa defakto û hewlên ne rewa yên Rêveberiya Xweser red dikin.

Di daxuyaniyê de Tirkiyê, Iran û Rûsya careke din dijayetiya xwe li dijî weke ew dibêjin plana cudaxwaziyê tekez kirin û gotin, ew parçekirina Sûriyê qebul nakin û hewlên wiha asayişa neteweyî ya welatên derdorê dixe xeterê.

Di her 14 gerên borî de, bêhtir gotûbêj li ser dosyeyên berdana girtiyan û mijara aramiya Navçeyên Kêmkirina Şer bûn. Herwiha mijara çareya siyasî ji bo Sûriyê hate gotûbêjkirin.

Di wê çarçoveyê de jî rêkeftineke sêalî di navbera hersê dewletên garantor, Rûsya, Tirkiye û Îranê de pêk hat, bi mebesta çavdêriya agirbestê li Sûriyê.

Gera 14mîn ji wê lutkeyê, 10ê Berfanbara 2019an li Nûr Sultan, paytexta Kazaxistanê birêve çû.

Piştî van geran ji Pêvajoya Astanayê, hêj rewşa Sûriyê weke xwe ye û ti pêşketineke erênî di hemû waran de nehatiye dîtin. Di demekê de ku gelê wî welatî çaverê ne, dawî bi wê rewşê bê û jiyaneke xweş û aram bijîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst