Joe Biden: Ji bo Amerîka girîng e ku Iraq û Herêma Kurdistanê aram, yekgirtî û pêşketî bin

16-07-2022
RÛDAW
Wêne: MANDEL NGAN/AFP
Wêne: MANDEL NGAN/AFP
Nîşan Iraq Amerîka
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî li Cedde ya Erebistana Siûdî civiyan û pêwendiyên navbera Washington û Bexdayê, proseya siyasî û pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin. Joe Biden got, “Ji bo Amerîka girîng e ku Iraq ligel Herêma Kurdistanê aram, yekgirtî û pêşketî bin.”

Serokê Amerîkayê Joe Biden û Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro Şemiyê 16ê Tîrmeha 2022an di çarçoveya Lûtkeya Ewlehî û Geşepêdanê ya Ceddeyê de li ser peywendiyên Washington û Bexdayê, pêvajoya siyasî û pêşhatên navçeyê gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî di civînê de got, “Pêwendiyeke dostane û stratejîk e û em kar dikin ji bo cîbicîkirina hemû xalên rêkeftina stratejîk di navbera Iraq û Amerîkayê de di warên aborî, çandî, perwerdehî, ewlehî û şerê li dijî komên terorîstî û DAIŞê de. Ez spasiya Amerîkayê dikim ji bo piştevaniya di şer de, em hêvî dikin ku peywendiyên baştir bibin.”

Piştî civîna Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Serokê Amerîkayê Joe Biden a li Ceddaya Erebistana Siûdî, Koşka Spî û Ofîsa Serokwezîriya Amerîkayê daxuyaniyeke hevpar dan.

Li gorî daxuyaniya hevpar, her du aliyan teqezî li ser giringiya pêkanîna hikûmeta nû ya Iraqê kirin ku li gorî îradeya gelê Iraqê be û rêz li demokrasî û serxwebûna Iraqê were girtin.

Joe Biden got, “Ji bo Amerîka girîng e ku Iraq ligel Herêma Kurdistanê aram, yekgirtî û pêşketî be.”

Di daxuyaniyê de hat gotin, “Her du serkirdeyan teqezî li ser bihêzkirina saziyên demokratîk ên Iraqê kirin, da ku hêzên ewlehiyê yên Iraqê bikaribin ewlehî û aramiyê li Iraqê û navçeyê pêk bînin.”

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst