UNICEF: Li Sûriyê pêdiviya 6 milyon û 500 hezar zarokan bi alîkariya mirovî heye

16-05-2022
RÛDAW
Nîşan UNICEF Sûriye Zarok Kampa Holê Rojavayê Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fona Alîkariya Zarokan a Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) roja Yekşemê 15ê Gulana 2022ê derbarê rewşa mirovî di sê mehên yekem ên îsal de li Sûriyê raporek belav kir. Di raporê de tê gotin ku bi awayekî giştî li Sûriyê pêdiviya 14 milyon û 600 hezar kesan bi hevkariya mirovî heye û ji wê hejmarê 6 milyon û 500 hezar ji wan zarok in. Herwiha dibêje, 6 milyon û 900 hezar kes li Sûriyê koçber bûne.

Ajansa Neteweyên yekbûyî bo sala 2022ê daxwaza 334 milyon û 430 hezar 71 dolaran dike daku hevkariya mirovî bighîne 9.1 milyon kesan li Sûriyê ku 5.5 milyon ji wan zarok in. UNICEF dibêje, ji wan pereyan, heta niha nêzîka 89 milyon dolar hatine dabînkirin û ji sedî 74ê hevkariya hatiye daxwaz kirin nehatiye dabînkirin ku dike 245 milyon û 697 hezar û 136 dolar.

Kampa Holê

Di beşekî raporê de UNICEF dibêje, rewşa emnî li Kampa Holê astengî li ber gehiştina avê çêkiriye û bûye sedema rawestandina beşek ji destpêşxeriyên UNICEFê. UNICEF dibêje, ji ber bûyereke teqekirin û teqînê li Kampa Holê ku ji ber şer û pevçûna navbera çekdarên DAIŞê û zêrevanên kampê de çêbûye, tedbîrên emnî yên dijwar hatine wergirtin û qedexeya çûn û hatinê li seranserê kampê hatiye cîbicîhkirin. Ji ber vê yekê jî wek UNICEF dibêje, astengî li ber çalakiyên rêxistinên mirovî çêbûne, di nav de dabînkirina avê. Herwiha dibêje ji 17ê meha Adarê ve navendên fêrkirinê yên ser bi UNICEFê hatine girtin ku hezar û 700 zarokên temen 3 heta 18 salî di wan de dixwendin.

Pêdiviyên Seretayî

UNICEF dibêje çend demjimêrên kêm elektrîk bo xelkê tê dayîn; Li gor serjimêriyekê ku bo hezar û 87 zarokan di navbera mehên Sibat û Adarê de li seranserê Sûriyê hatiye kirin, %15ê xelkê bi ti awayekî elektrîka wan nebûye û %50ê wan jî di rojekê de kêmî du demjimêran elektrîk bo wan hatiye dayîn. Derbarê avê de jî UNICEF dibêje, li wan malên serjimêrî bo wan hatiye kirin, di dema hefteyekê de tenê yek carê av bo wan hatiye dayîn. Herwiha dibêje malbat pişta xwe bi kirîna avê girêdidin.

Li gor Fona Alîkariya Zarokan a Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), ji destpêka belavbûna Coronayê ve û heta niha bi awayekî giştî 196 hezar û 446 pêketiyên Coronayê li Sûriyê hatine tomarkirin ku 38 hezar û 559 kes li navçeyên bin desthilata HSDê û rojhilatê Sûriyê bûne. Hevdem 102 hezar û 237 pêketî li rojavayê Sûriyê hatine tomarkirin. Dibêje, heta niha li Sûriyê 7 hezar û 121 kesan bi Coronayê canê xwe ji dest dane. UNICEF dibêje, di meha adara îsal de vaksîna felca zarokan bo 2 milyon û 337 hezar û 945 zarokan hatiye dayîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst