Nêçîrvan Barzanî: Em dikarin guherîna avhewayê çareser bikin

Duh li 03:42
RÛDAW
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got / Wêne: Rûdaw Grafîk
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got / Wêne: Rûdaw Grafîk
Nîşan COP29 Baku Nêçîrvan Barzanî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Em bi hev re dikarin guherîna avhewayê çareser bikin.”

Nêçîrvan Barzanî li ser vexwendina fermî ya Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev ji bo beşdariya Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) doh çû Bakuyê.

Serokê Herêma Kurdistanê îro li konferansê ji aliyê Serokkomarê Azerbeycanê Îlham Aliyev ve hat pêşwazîkirin.

Konferansa Guherîna Avhewayê ya Neteweyên Yekbûyî (COP29) îro dest pê kir û dê heta 22yê mehê berdewam bike.

Nêçîrvan Barzanî li ser hesabê xwe yê medyaya civakî li ser COP29ê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de got:

“Ez kêfxweş im ku li Bakuyê beşdarî COP29ê bûm.

Ev konferansa salane ji bo me derfeteke girîng e ku em ber bi paşerojeke aramtir ve gavên bi wate bavêjin.

Em bi hev re dikarin guherîna avhewayê çareser bikin û ji bo nifşên nû gerestêrkeke saxlemtir ava bikin.”

Nêçîrvan Barzanî roja yekem a COP29ê bi gelek serkirde, serok û nûnerên cîhanî re civiya.

Nêçîrvan Barzanî û Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres bi hev re derbasî hola konferansê bûn.

Nêçîrvan Barzanî li Bakuyê bi Serokê FIFAyê Gianni Infantino re jî civiya.

Serokê Herêma Kurdistanê bi Recep Tayyîp Erdogan û Mihemed Bin Zayd el-Neyhan re jî axivî.

Armanca sereke ya konferansê ew e ku di navbera aliyan de ji bo çareserkirina pirsgirêka guherîna avhewayê û rêgiriya germbûna gerdûnê lihevkirinek pêk were.

Tê pêşbînkirin ku Nêçîrvan Barzanî heta 15ê mehê li konferansê be.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst