HRW li ser rewşa mirovî li Idlibê hişyarî da civaka navdewletî

16-02-2020
RÛDAW
HRW derbarê rewşa mirovî ya li Idlibê de dilgiran e
HRW derbarê rewşa mirovî ya li Idlibê de dilgiran e
Nîşan Idlib Sûriye HRW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)-Rêxistina mafên mirova ya navdewletî Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan (HRW), Konferansa Ewlehiyê ya Munchenê derbarê rewşa mirovî li Idlibê hişyarî da civaka navdewletî.

Li Konfransa Munchenê li Almanyayê,  Rêveberê Cîbicîkar ê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Kenneth Roth, daxwaz ji welatên Ewropayê kir, ku divê guşarê bixin ser Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, daku êrîşa bo ser Idlibê rawestîne û sînorekî ji rewşa xerab a mirovî re li vê parêzgehê deyne.

Rêveberê Cîbicîkar ê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan Kenneth Roth got: “Kilîta rawestnadina vê kirîzê Rûsya ye. Bêyî piştîvaniya firokeyên Rûsya, qet hikûmeta Sûriyê nikare bi pêşve biçe. Berî her tişt Rûsya bi hinceta hebûna 10 hezar çekdarên cîhadî li Idlibê vê yekê dike û ev rast e, lê bo vê yekê nabe sivîl bi awayekî bêserûber bên bombebarankirin.”

Berpirsê paye bilind ê Rêxistina Çavdêriya Mafên Mirovan, derbarê rewşa mirovî bi giştî li Sûriyê û bi taybetî li Idlibê rexneyên tund li Rûsya û civaka navdewletî girtin, ku girîngîpêdan kêm e, û pêştguhkirin cihê şokbûnê ye, herwiha eşkere kir, ku eger êrîş raneweste karesatek mezin di rêde ye.

Kenneth Roth herwiha got: “Lewra tişta pêwîst niha, ku divê girngîpêdan bi pirsa mirovî li Idlibê hebe, daku kirîzek derbiderbûnê ya din çênebe. Divê guşar li ser Putin çêbibe ji bo raweste. Ewropa dikare Putîn rawestîne. Ji ber ew dixwaze cezayên derbarê Ukrayna bên rakirin. Dixwaze peywendiyên aborî yên asayî hebin, û dixwaze wek rêberekî birêz lê bê nerîn, ne wek kesekî dijî yasayê. Dem hatiye Ewropa guşarê li ser bike, û bibêjê eger ew di rijandina xwînê de li Idlibê berdewam bike, dê cezayên nebaş bibîne.”

Li gor Neteweyên Yekbûyî, di encama êrîşa hêzên hikûmetê bi piştîvaniya firokeyên Rûsyayê bo ser navçeyên başûrê Idlibê û rojavayê Helebê zêdeyî 800 hezar sivîl ber bi navçeyên bakurê Idlibê nêzîkî sînorî Tirkiyê derbider bûne, piraniya wan li çola vala û li nav kampên bêserûber li jêr zivistanek dijwar de dimînin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst