Di êrîşa firokeyên Rûsyayê de 11 kes hatin kuştin

27-06-2023
Loloxan
Bombebarana navçeyeke Idlibê ji aliyê firokeyên Rûsyayê ve, roja 25ê Hezîrana 2023. Wêne: AA
Bombebarana navçeyeke Idlibê ji aliyê firokeyên Rûsyayê ve, roja 25ê Hezîrana 2023. Wêne: AA
Nîşan Idlib Sûriye Rûsya Bombebaran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di êrîşeke firokeyên Rûsyayê de bo ser bajarê Cisir El-Şixûr ê li rojavayê Idlibê, bazara şînkayiyan hatiye armanckirin, û di encam de bi kêmanî 11 kesan canê xwe ji dest dane û 30 kesên din jî birîndar bûne.

Ehmed Yezîdî, endamê ekîbên rêxistina Kumspiyan li Cisir El-Şixûr behsa dema bombebaranê dike û dibêje: “Firokeyên Rûsyayê derdora Cisir Şixûr kirin armanc. Ev navçe barhilgir lê kom dibin bo firotina şînkayî li Cisir Şixûr, ku bi mûşekan hatiye bombebarankirin. Ev bazara sereke ye bo firotina şînkayî ye ku diçe seranserê bakurê rojavayê Sûriyê.”

Li gor Kumsipiyan, êrîşa firokeyên Rûsyayê bo ser Cisir El-Şixûrê bersiva êrîşa bi dronê ya Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) ye ku roja 24ê vê mehê bo ser bajarokê Qirdahe, cihê jidayikbûna Serokkomarê Sûriyê Beşar Esed hatibû kirin.

Mihemed Ehmed, karkerek li Bazara Şînkayiyan a Cisir El-Şixûr dibêje: “Ez ji wan kes bûn ku min bacanên sor û reş bo nav barhilgiran bar dikirin. Ji nişka ve min dît ku ez li erdê me, spas ji Xwedê re ku ez û hinek xelk rizgar bûn, li tenişta min cîranê min dikir hawar, min ew rakir, ev jî perçeyên mûşekê ne, hûn dikarin bibînin çawa xwediyên barhilgiran birîndar bûne.”

Ji 20ê Hezîranê ve firokeyên Rûsyayê navçeyên cuda yên parêzgeha Idlibê li bakurê rojavayê Sûriyê bi dijawarî dikin armanc, di encam de heta niha zêdeyî 40 kesan canê xwe ji dest dane û birîndar bûne.


Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst