Îran ji Komîsyona Mafên Jinan a Neteweyên Yekbûyî hat derxistin

15-12-2022
RÛDAW
Nîşan Komîsyona Mafên Jinan Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Bi hinceta ku rêveberiya Îranê xwepêşandanên bi pêşengiya jinan bi awayekî bêrehmane tepeser kirine, Îran ji Komîsyona Mafên Jinan a Neteweyên Yekbûyî (NY) hat derxistin.

Di degdanê de 29 welatên endamê Civata Civakî û Aborî ya Neteweyên Yekbûyî ji bo derxistina Îranê ji wê komîsyonê deng dan.

Her wiha 8 welatên wek Çîn, Bolîvya, Kazaxistan, Nîkaragua, Nîjerya, Uman, Rûsya û Zîmbabweyê li dijî derxistina Îranê û di berjwendiya Komara Îslamî ya Îranê de deng dan.

Di civînê de 16 welatên din jî bi dengê erê li dijî mayîna Îranê ya di Komîsyona Mafên Jinan a Neteweyên Yekbûyî de rawestiyan.

Biryarname ji aliyê Amerîkayê ve hate pêşniyarkirin.

Komîsyona Mafên Jinan a Neteweyên Yekbûyî 45 endamên wê hene û ji pêşxistina wekheviya zayendî û xurtkirina rola jinan berpirsyar e. Îranê vê biharê di komîsyonê de dewreke çar salan bi dest xistibû.

Civata Civakî û Aborî ya Neteweyên Yekbûyî ku ji 54 endaman pêk tê û çavdêriya komîsyonê dike û endamên wê hildibijêre.

Di biryarnameyê de hat gotin, “Serkirdayetiya Îranê berdewam mafên jinan û keçan bin pê dike û tepeser dikin, di nav wan de mafê azadiya derbirînê jî heye.”

Her wiha hatiye diyarkirin ku Hikûmeta Tehranê, “carinan bi bikaranîna hêzeke zêde” vê yekê dike. Amerîka şiyanên xwe ji bo derxistina biryara li dijî Îranê bikar anîbû.

Di destpêka Mijdarê de, Cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Harris diyar kiribû ku Amerîka bi welatan re kar dike ji bo derxistina Îranê ji komîsyonê.

Wezîra Derve ya berê Hillary Clinton jî ji bo vê yekê kampanyayeke dabû destpêkirin. Dijberên vê pêngavê, di nav de Çîn û Rûsya, gotin ku Îran wek endam hatiye hilbijartin û derxistina wê dê "pêşkeftineke xeternak be."

Piştî kuştina Jîna Emînî di 16ê Îlonê de, xwepêşandanên girseyî li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bûn. Keça Kurd a xelkê Seqizê Jîna Emînî, roja 13ê Îlonê ji aliyê Polîsên Exlaqê yên Îranê ve, bi tometa xwe nepoşîna serê xwe, li Tehranê hatibû girtin. Piştî 3 rojan canê xwe ji dest da. Li gorî bavê wê, Jîna ji aliyê polîsan ve hatiye kuştin.

Rayedarên Îranê xwepêşandanan wek serhildan bi nav kirin û bi sedan xwepêşander girtin.

Pergala Dadwerî ya Îranê dibêje, li ser 11 xwepêşanderan biryara darvekirinê hatiye dayîn. Îranê Washington tawanbar kir ku berî dengdanê zextê li welatan dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst