Malbateke Kurd li Îranê asê maye: Dixwazin vegerin welêt

3 demjimêr berê
RÛDAW
Wêneyê malbatê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Wêneyê malbatê\ Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan Hewlêr Malbat Îran
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Malbateke Hewlêrî sala 2022yan ji bo tedawiya bijîşkî çûye Îranê û li Îranê asê maye û nikare vegere Herêma Kurdistanê.

Daxwaza malbatê ew e ku careke din vegerin Herêma Kurdistanê.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Umer Berzincî diyar kir ku wan soz ji Wezarata Karên Derve ya Îraqê standiye ku pirsgirêka wê malbatê were çareserkirin û dê wê malbatê vegerînin Kurdistanê.

Malbateke Hewlêrî 28ê Îlona 2022yan ji bo tedawiyê çûye Îranê.

Dema malbat çûye Îranê 2 keç û kurekî wan hebûn, niha zarokekî din jî li malbatê zêde bûye û bûne 6 kes.

Fokûsa bernameya Berpirsiyar a Rûdawê li ser pirsgirêka wê malbatê bû.

Şêniya Hewlêrê Sinober Ebdulrehmana ku aniha li Îranê asê maye bû mêvanê Berpirsiyarê.

Sinober Ebdulrehmanê diyar kir ku piştî xwepêşandanên sala 2022yan ên Îranê bijîşkê wan ji Îranê derket û çû Amerîkayê.

Li gorî gotina Sinober Ebdulrehmanê, wan 10 hezar dolar dabûn bijîşk û ji ber ku pereyê wan nemane wan nekariye vegerin Herêma Kurdistanê.

Sinober Ebdulrehmanê amaje bi wê yekê kir ku wan 25ê Çiriya Pêşîn a 2022yan xwestiye vegerin Herêma Kurdistanê lê ji ber ku dema pasaportên zarokên wan xilas bûye ew hatine cezakirin.

“8 milyon tumen ceza dan me”

Sinober behsa hewla vegera xwe û zarokên xwe kir û wiha got:

"Me xwest vegerin, li aliyê Îranê ji me re gotin, 'Ji bo her pasaportê divê hûn 8 milyon tumen ceza bidin’ me jî ew pare nebû ku bidin da ku em vegerin."

Wezareta Karên Derve ya Îraqê soza çareserkirina pirsgirêkên pasaportan da malbatê.

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Îraqê Umer Berzincî li ser çareserkirina pirsgirêka malbatê wiha got:

“Rojên 25 û 26ên Îlona 2024an min serokatiya şandeyekê kir û em çûn Tehranê.

Pirsgirêka wê malbatê jî yek ji wan xalên hevdîtinên me û Wezareta Karên Derve ya Îranê bû.

Ji bo çareserbûna pirsgirêka wê malbatê me soz stand. Wê malbatê cezayekî gelekî zêde xwariye.

Dê cezayê malbatê were efûkirin û Balyozxaneya Îraqê ya Tehranê jî dê pasaportên nû bide wan."

Rûdaw ji bo zanyariyên zêdetir bi Nûnertiya Herêma Kurdistanê ya Tehranê re axivî.

Alîkarê Nûnerê Herêma Kurdistanê yê Tehranê Selam Arif ji Rûdawê re wiha got:

“Ez bi Balyozê Îraqê yê Tehranê re axivîm. Balyoz diyar kir ku ew ji bo çareserkirina pirsgirêkê amade ye û hewl dide cezayê li ser wan were efûkirin."

Sinober Ebdulrrehmanê diyar kir ku hevjînê wê bêserûşûn e û haya wê ji mêrê wê nîne.

“Divê bavê zarokan wekaletnameyê derxe”

Selam Arif behsa aqubeta hevjînê Sinoberê kir û wiha got:

“Pirsgirêkeke din a vê malbatê heye. Sinober 2 caran zewiciye. Hevjînê wê yê yekem ji miriye û hevjînê wê yê duyem li Herêma Kurdistanê hatiye girtin.

Ji bo çareseriya pirsgirêka malbatê yan divê bavê zarokan li Balyozxaneya Îraqê ya Tehranê hazir be yan jî divê wekaletnameya bide Sinoberê da ku ew karibe wan karan yasayî û belgeyan çareser bike.”

“Balyozxaneya Îraqê berpirsiyar e”

Serokê Sendîkaya Parêzerên Şeqlawayê Xelîl Îbrahîm jî li ser pirsgirêka malbatê wiha axivî:

“Ji bo pasaportek were vîzakirin divê 6 meh ji dema wê ya xilasbûnê re ma be.

Heger li welatekî dema pasaporta hemwelatiyekî Îraqê xilas bûbe çareserkirina wê di destê Balyozê Îraqê de ye.

Ez wisa texmîn dikim ku wê malbatê yan ji ber xeşîmiya xwe yan jî ji ber nezanînê neçûne Balyozxaneya Îraqê ya li Tehranê."

 Ew malbata beriya herin Îranê şêniyên nahiyeya Rizgarî ya Hewlêrê bûn.

Sinober û 4 zarokên xwe niha li gundekî Şinoyê ajeldariyê dikin.

Li gorî gotina wê ji ber ku wê careke din mêr kiriye xizmên wê terka wê kirine û xwe jê bêrî kirine.

Sinober Ebdulrehmanê diyar kir ku bavê wê şahid e wê ji merivên mê re xwe alîkarî xwestiye lê ti kesî alîkariya wê nekiriye û ew bes dixwaze vegere Herêma Kurdistanê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst