Hewlêr (Rûdaw) – Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku wî Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio re behsa pêwendiyên bihêz ên di navbera Amerîka û Îraq û Herêma Kurdistanê kiriye.
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio di çarçoveya Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê de civiyan
Nêçîrvan Barzanî derbarê civînê de li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir.
Nêçîrvan Barzan got, "Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio û min pêwendiyên xurt ên di navbera Amerîka û Herêma Kurdistanê de dubare kirin.
Me li ser rêyên xurtkirina hevkariyê û kûrkirina sozên hevbeş ên ji bo aramî û ewlehiya herêmê gotûbêj kir. Ji bo piştgiriya berdewam a wezîr min spasiya wî kir."
Serokê Herêma Kurdistanê bi Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê re civiya û ew vexwend Hewlêrê.
Serokatiya Herêma Kurdistanê li ser civîna Nêçîrvan Barzanî Marco Rubio daxuyaniyek belav kir.
Li gorî daxuyaniyê, di civînê de pêşxistina pêwendiyên stratejîk ên di navbera Amerîka û Îraq û Herêma Kurdistanê, berdewamkirina hevkariya hevbeş a di hemû waran de, rewşa ewlehiyê û tehdîta terorê û têkoşîna li dijî DAIŞê li Îraq û Sûriyeyê hatin gotûbêjkirin.
Nêçîrvan Barzanî ji ber piştgiriya berdewam a Amerîkayê ya ji bo Îraq û Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê têkoşîna li dijî terorê û xurtkirina ewlehî û aramiyê spasiya Marco Robio kir û girîngiya berdewamkirina hevkariya hevbeş bi Amerîkayê re anî zimên.
“Piştgiriya Amerîkayê dê berdewam bike”
Serokê Herêma Kurdistanê Marco Rubio vexwend merasîma vekirina avahiya nû ya Kunsolxaneya Giştî ya Amerîkayê ya Hewlêrê û wezîr jî ev vexwendin bi dilxweşî qebûl kir.
Marco Rubio tekez kir ku Amerîka wekî hevpeyman girîngiyê dide pêwendiyên xwe yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re û soz da ku dê piştgiriya xwe bidomîne.
Her wiha girîngiya berdewamkirina hevkariya ewlehî û leşkerî bi bîr anî.
Rewşa herêmê bi taybetî û jî rewşa Sûriyeyê û Kurdên wî welatî jî di civînê de hatin nîqaşkirin.
Marco Rubio tekez kir ku Amerîka girîngiyeke taybet dide pêwendiyên xwe yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re.
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) îsal cara 61ê di navbera 14-16ê Sibatê de tê lidarxistin.
Di rojeva konferansê de “plana aştiyê ya Donald Trump a ji bo Ukraynayê” û “rewşa Rojhilata Navîn” dê cih bigirin.
Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê (MSC) dê di warê ewlehî û siyaseta derve de bibe mezûvana nîqaşên girîng ên cîhanî.
MSC yek ji konferansên herî girîng ên ewlehiyê yên cîhanê ye û cara ewil sala 1963yan hatibû lidarxistin.
Her sal bi sedan rêberên girîng ên cîhanê beşdarî vê konferansê dibin û pirsgirêk û gef û metirsiyên ewlehiyê yên cîhanî dinirxînin.
Konferans di nêzîkirina perspektîvên cuda û zêdekirina baweriya di navbera welatan de roleke girîng dilîze.
Serokê Herêma Kurdistanê û Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio li Munîhê civiyan#MSC2025 pic.twitter.com/hqwmDlWHsN
— RudawKurdi (@RudawKurdi) February 15, 2025
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse