Yekem daxuyanî ji Amerîkayê derbarê êrîşên îro yên li ser partiyên Rojhilatê Kurdistanê

14-11-2022
RÛDAW
Nîşan Amerîka Îran PDKÎ Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Amerîkayê derbarê êrîşên mûşekî yên îro yên Îranê bo ser baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Koye û Zirguwêzê bertek nîşan da.

Berdevkê Herêmî yê Wezareta Derve ya Amerîkayê, Samuel Werberg têkildarî êrîşên îro yên ser baregehên Partiya Demorkata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li navîçeya Koyê û baregeha Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê li gundê Zirguwêzê ji Rûdawê re ragihand, "Amerîka bi tundî êrîşên bi vî awayî şermezar dike."

UNAMI êrîş şermezar kir

Li aliyekî din Nûneratiya Neteweyên Yekbûyî li Iraqê (UNAMI) jî êrîşa Îranê bo ser axa Herêma Kurdistanê şermezar kir û daxwaz kir, axa Iraqê weke qada yekalîkirina pirsgirêkan neyê bikaranîn.

UNAMI di peyamekê de li ser twitterê ragihand, “Em êrîşên mûşekî û dronî yên dubare yên Îranê bo ser Herêma Kurdistanê şermezar dikin.”

Di beşeke peyama xwe de UNAMI daxwaz kiriye rêz li yekîtiya axa Iraqê bê girtin û axa Iraqê weke qada yekalîkirina nakokiyan neyê bikaranîn.

UNAMI herwiha ji bo çareserkirina “nîgeraniyên emnî” aliyên Iraqî û Îranî teşwîq dike û weke yekane rêya çareseriyê bi nav dike.

Êrîşên ser Koye û Zirguwêzê

Îro baregehên Partiya Demorkata Kurdistana Îranê (PDKÎ) li navçeya Koyê ya Hewlêrê û herwiha baregeha Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistanê li gundê Zirguwêzê yê Silêmaniyê ji aliyê Îranê ve bi mûşek û dronan hatin armanckirin.

Wezîrê Tendirustiyê yê Herêma Kurdistanê ragihandiye, di êrîşa ser Koyê de kesekî canê xwe ji dest daye û 8 kes birîndar bûne.

Derbarê zirarên êrîşa li ser baregeha Komeleya Zehmetkêşanê de hêj ti zanyarî nehatine bidestxistin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst