Êrişî gora Ahmet Kaya hat kirin

14-11-2021
RÛDAW
Nîşan Ahmet Kaya Hunermendê Kurd Parîs
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li Parîsa paytexta Fransayê, kesên nenas êrîşî gora hunermendê Kurd Ahmet Kaya kirin û li ser gora wî “Tirkiye” nivîsandin.

Hinek kesên nenas li Goristana Père Lachaise ya li Parîsê, gora hunermendê Kurd Ahmet Kaya têk dan.

Di dîmenên ku li ser sosyal medyayê hatine belavkirin tê dîtin nivîsên ser gorê hatine xirabkirin û li ser gorê “Turkiye” hatiye nivîsandin.

Saziyên fermî yên Fransayê heta niha derbarê bûyerê de ti daxuyanî nedane.

Hunermendê Kurd Ahmet Kaya, ji ber gotibû ez ê straneke Kurdî tomar bikim sala 1999an li ser zextên dewletê ji Tirkiyê derketibû û çûbû Parîsê.

Ahmet Kaya 16ê Mijdara 2000an li Parîsê canê xwe ji dest dabû û bi merasîmeke berfireh li Goristana Père Lachaise hatibû veşartin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst