Birayê Ahmet Kaya koça dawî kir

17-02-2024
Nîşan Ahmet Kaya Mustafa Kaya Koça Dawî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Birayê hunermendê mezin ê Kurd Ahmet Kaya, Mustafa Kaya koça dawî kir.

Birayê hunermendê Kurd Ahmet Kaya, Mustafa Kayayê ku bixwe jî muzîsyen û şêwekar bû piştî ku sêşema borî li mala xwe krîza dil kir, îro çû ser dilovaniya xwe.

Cenazeyê Mustafa Kaya dê îşev li navçeya Pendîkê ya Stenbolê li goristana Yenî Şeyhliyê were veşartin.

Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyameke sersaxiyê belav kir û got:”

Em ji ber jidestdana birayê Ahmet Kayayê ezîz, muzîsyen û şêwekar Mustafa Kaya gelekî xemgîn in.

Em ji bo wî ji Xwedê dilovaniyê û ji bo malbatê û gelê xwe jî sersaxiyê dixwazin.”

Mustafa Kaya

Mustafa Kaya li parêzgeha Meletiyê ji dayik bû. Di 14 saliya xwe de dest bi karê mûzîkê kir.

Dema birayê wî yê biçûk hunermendê mezin ê Kurd Ahmet Kaya 9 salî bû, ew fêrî tembûrê kir.

Grûpeke 6 kesî ya tembûrê ya bi navê Grûba Tembûrê ya Sumerbankê damezrand.

Li zanîngehên cuda di beşên şêwekariyê de ders dan xwendekaran.

Mustafa Kaya salên dûvdirêj mufetişiya bacê kir û sê albûmên wî yên muzîkê jî hene.

Beşek ji hunermedên Tirkiyeyê yên wekî Mustafa Cecelî stranên wî gotine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst