Hewlêr (Rûdaw) - Akademîsyen û Profesorê Kurd Nadir Nadirov li ser koça dawî ya Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev peyameke sersaxiyê belav kir û got “Kinyazê Îbrahîm delalê ber dilê civaka me Kurdan bû. Keda wî di nav me kurdan de zehf zêde ye. Wê gelê kurd ked û xizmeta wî tu caran ji bîr neke.”
Serokê Federasyona Komeleyên Kurdên Sovyeta Berê, Serokê Civaka Kurdên Qazaxistanê (Berbang), Nûnerê Asyaya Navîn ya Navenda PENa Kurd, Akademîsyen û Profesor Kinyazê Îbrahîmê Nevoyê Mîrze roja Yekşemê 8ê Tebaxa 2021 li bajarê Almata yê Qazaxistanê di 74 saliya xwe de koça dawî kir.
Prof. Kinyaz Îbrahîm Mîrzoyev, roja Duşemê 9ê Tebaxa 2021an li goristaneke Kurdan a li nêzîk bajarê Almata ya Qazaxistanê hat veşartin.
Prof. Dr. Nadir Nadirov di peyama xwe de xemginiya ani ziman û ji bo Kinyazê Îbrahîm wiha got “Sed heyf û mixabin ku me mezinekî êlê, mezinekî civaka me kurdan e ku tenê li Qazaxistanê- li seranserê dinyayê winda kir.
Bêguman di nav civaka miletan de hinek kes hene ku zehf taybet in û cihê wan zûbizû tije nabin. Helbet Kinyazê Îbrahîm jî yek ji wan kesan e. Ew ji bo miletê me yê li seranserê dinyayê windabûneke mezin e.
Ez bi vê xatirxwestina bêwext û bêwade zehf xemgîn im, dilê min dilkovan û baristan e. zehf zû bû.
Kinyazê Îbrahîm delalê ber dilê civaka me kurdan bû. Keda wî di nav me kurdan de zehf zêde ye. Wê gelê kurd ked û xizmeta wî tu caran ji bîr neke. Sed korayî ji bo te Kinyazê Îbrahîm!
Ez bi dilekî xemgîn sersaxiyê li kulfet, zarok û neviyên wî dikim. Bila Xwedê wî bi rehma xwe şa bike, cihê wî cinet be. Serê gelê kurd û civaka me ya li Qazaxistanê û seranserê Sovyeta Berê sax be.”
Prof. Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev kî ye?
Profêsor Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev, kesayetiyeke akademîsyen û rojhilatnasekî kurd ê berhemdar herwiha kesayetiyeke siyasî û civakî ye di nava kurdên Qazaxistanê û Rûsya de.
Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev 1ê Gulana 1947 li Ermenîstanê hate dinyayê, beşa fîlologiyê li Zanîngeha Ermenîstanê xwendiye û paşî têza xwe ya doxtoriyê li ser têkiliya edebiyata Kurdî pêşkêş kiriye, demeke dirêj di zanîngehê de serpereştiya ziman û edebiyata cîhanê kiriye. Ji bilî çapkirina 30 pirtûkan, 600-700 nivîsên wî li ser çand, dîrok, ziman, û wêjeya kurdî hene. Nivîs û pertûkên wî bi zimanên Rûsî, Azerî, Ermenî, Tirkî û çend zimanên din hatine çapkirin.
Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev di 22ê cotmeha 1998an da madalya “Hurmetê” ya Komara Qazaxistanê wergirtîye, ji ber xizmeta xwe ya di warî civakî û perwerdeyê de.
Wî 30 pirtûk nivîsîne û derdora 600-700 nivîsê wî li ser kultur, dîrok, ziman û wêjeya Kurdî hene. Nivîs û pirtûkên wî bo ser zimanên Rûsî, Azerî, Ermenî, Tirkî û çend zimanên din hatine wergerandin û çapkirin.
Çend pirtûkên Kinyazê Îbrahîm Mîrzoyev yên girîng:
“Ji dîroka têkilîyên wêje ya Azerbaycan-kurd”. Erîvan, 1975.
“Nivîskarên Azerbaycana Îranê di derheqa kurdan de”. Êrîvan, 1975.
“Wêjeya neteweyî û pevgirêdanên wêjeyê”. Êrîvan, 1985.
“Asoyên wêjeyî”. Êrîvan, 1987.
“Pira dostanîyê”. Bakû, 1989.
“Nîzamî û wêjeya gelên Rojhilat”. Almata, 1995.
“Têkilîyên navbera wêjeyan û pirsgirêkên varisî”. Almaata, 1996.
“Çarenûsa dîroka wêjeya kurd”. Almaata, 1998.
“Kurd. Ansîklopedîya biçûk”. Almaata, 2001.
“Kurd”. Almaata, 2003 /bi Îngilîzî/.
“Wêjeya kurdî/Wêjeya gelên Qazaxistanê”. Almaata, 2004.
“Zimanê kurdî (2 cîld)”. Almaata, 2006.
“Bernameya mêtodîk a zimanê kurdî (Ji bo mamosteyên komên 2-9)”. Almata, 2006.
“Kurd”. Brûksel, 2006 /bi hollandî.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse