Di mitînga Trump de êrişa çekdarî: Ji guhê xwe birîndar bû

14-07-2024
RÛDAW
Nîşan Trump Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Di mîtînga namzedê serokatiya Amerîkayê Donald Trump a li Pensilvanyayê de gule hatin reşandin û di encamê de Trump birîndar bû.

Li Pensilvanyayê di dema mitîngê de, bi çekê êrişî serokê berê yê Amerêkayê û namzedê Komariyan yê serokkomariya Amerrîkayê Donald Trump hat kirin.

Di dîmenan de diyar dibe ku piştî dengê guleyan tê bihîstin, Trump dest diavêje guhe xwe û paşê jî xwe berdide ser çoka xwe.

Di êrişê de Trump ji guhê xwe yê rastê birîndar bû.

Pasavanên Trump ew ji cihê bûyerê dûr xist.

Trump di daxuyaniya xwe ya ewil a piştî bûyerê de got, "Ez baş im û niha têm dermankirin."

Lêpirsîn berdewam dike ka li hemberî Trump hewla sûîqestê heye yan na.

Biden êriş şermezar kir

Li aliyê din, Serokê Amerîkayê Joe Biden derbarê êrişa li Trump hatiye kirin daxuyanî da û êriş şermezar kir.

Biden da zanîn ku ew hatiye agahdarkirin ku di mitînga li Pensilvanyayê de êrişî Trump hatiye kirin û got:

“Ez kêfxweş im ku Trump biselatmet e û rewşa wî baş e.

Ez diayan ji bo Trump, malbata wî û hemû kesên li mitîngê amade bûn dikim.”

Biden herwiha spasiya hêzên ewlehiyê kir ku wan Trump biselametî jî cihê bûyerê dûr xistiye û got:

“Cihê vê cûre êrişî bi ti awayî li Amerîkayê nîne. Divê em wekî netewe hemû vê bûyerê şermezar bikin."

Peyama Obama

Serokê berê yê Amerîkayê Barack Obama jî peyamek belav kir û ji Trump re hêviya şîfayê xwest.

Barack Obama di peyama xwe de wiha got:

"Her çend e em hîn jî nizanin çi qewimiye lê divê em spasdar bin ku Donald Trump bi giranî birîndar nebûye.

Ez û Michelle jê re şîfayê dixwazin."

Tê nûkirin...

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst