Rojnamevana Hollandî Frederike Geerdink: Herêma Kurdistanê ez dîport kirim

14-07-2022
RÛDAW
Nîşan Frederike Geerdink: Lindsey Graham
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnameva Hollandî Frederike Geerdink dibêje, roja Çarşembê dema wê xwestiye ji Başûrê Kurdistanê ve derbasî Rojavayê Kurdistanê bibe, li ser sînor rê lê hatiye girtin û paşê ji aliyê Herêma Kurdistanê ve hatiye dîportkirin. Frederike Geerdink dibêje, dîportkirina wê ji ber berteka Tirkiyê ye li beramber awayê rûmalkirina şerê navbera Enqere û PKKê.

Frederike Geerdink ji medyaya Hollandî re dixebite û rûmala Pirsa Kurd û pirsên siyasî yên din ên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê dike.

Geerdink li ser twîttera xwe dibêje, dema di rê de bûye ber bi sînorê Rojavayê Kurdistanê ve rê li wê hatiye girtin. Frederike Geerdink dibêje, Ez ji Herêma Kurdistana Iraqê hatim dîportkirin. Nêzîk bû ez ji sînor derbasî aliyê Bakur Rojhilatê Sûriyê bibim, lê ji nişka ve ez xistim nava otomobîlekê û li gel Polîs ez anîm bo Firokexenaya Hewlêrê, cihê ku niha li vir im.

Ew rojnamevana Hollandî li bermaber dîportkirina xwe rexnyên tûj li Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan digre û dibêje, destê Erdogan dirêj e.

Frederike Geerdink pêştir di sala 2015an de bi tohmeta belavkirina propagandayê ji bo rêxistina terorê (mebest jê PKK) ji aliyê Tirkiyê ve hatibû destserkirin. Di Îlona heman salê de heman rojnamevan ji ber rûmalkirina şerê navbera Tirkiyê û PKKê dubare hat desteserkirin.

Wê demê berpirsekî Tirkiyê ragihandibû, ew rojnamevana jin çûye navçeyeke qedexekirî lewra hatiye desteserkirin û paşê hatiye dîportkirin.

Wê demê jî dîportkirina rojnamevana Holandî rastî karvedanên tund ên Sendîkaya Rojnamevanên Hollanda û Federasyona Rojnamevanî ya Ewropayê hat. Wan aliyan pêngavên hikûmeta Tirkiyê wek nîgeranker û berovajê yasaya navdewletî bi nav kirin.

 Frederike Geerdink derbarê dîportkirina xwe de rexneyên tund li Hikûmeta Herêma Kurdistanê digre û dibêje, “Ew gelek dilgiran e ku dibîne berpirsên Herêma Kurdistana Iraqê ewqas ji jineke xwedî pênûs ditirsin.”

Geerdink tekez dike, zêdetir ji her demeke din niha li Herêma Kurdistanê rojnamevan tên girtin û zîndanîkirin.

Li aliyekî din medyaya Hollandayê ji zarê Berdevkekî Wezareta Derve ya Hollanday belav kiriye ku Konsulê Giştî yê Hollandayê yê li Hewlêrê bi wê rojnamevanê re têkiliyê dike.

Berdevkê Wezareta Derve ya Hollandayê dibêje, “Em bawer in ku rojanemvan divê li her cihekî cîhanê bin, bikarin karê xwe bikin, lewra me berdewam tekezî li ser giringiya azadiya ragihandinê kiriye.”

Herwiha têkildarî mijarê, Balyozê Hollandayê yê Li Iraqê têkilî bi Fuad Husên Wezîrê Derve yê Iraqê kiriye.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst