Putin bi cil û bergên leşkerî derket holê û gef xwarin

Duh li 12:25
RÛDAW
Vladimir Putin bi fermandarên artêşa Rûsyayê re civiya / Wêne: Ajans
Vladimir Putin bi fermandarên artêşa Rûsyayê re civiya / Wêne: Ajans
Nîşan Vladimir Putin Rûsya Ukrayna
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Fermandarên artêşa Rûsyayê li herêma Kurskê Vladimir Putin pêşwazî kir.

Putin bi cil û bergên leşkerî derket holê û gef li Ukraynayê xwarin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Putin bi fermandarên artêşa Rûsyayê re civiya.

Vladimir Putin di civînê de ji fermandaran re got:

“Erkê me di paşerojeke nêzîk de û di demeke kurt de têkşikandinê dijmin e ku hatine herêmên Kurskê û hîn jî li wan herêman in.

Em dê hemû herêmên Kurskê azad bikin û rewşa sînoran çêtir bikin.”

Ji destpêka vê hefteyê ve artêşa Rûsyayê hewlên xwe ji bo kontrolkirina çend herêmên Kurskê zêde kirin ku ji meha tebaxa borî ve di bin kontrola Ukraynayê de bûn.

Artêşa Rûsyayê 5 rojên borî, 24 gund li wan herêman ji nû ve kontrol kirine ku rûberê wan 259 kîlometre çar goşe ye.

Serokê Desteya Erkan a Giştî ya Hêzên Çekdar ên Rûsyayê Valerî Gerasîmov li ser hêza leşkerên Ukraynayê anî ziman:

“Leşkerên Ukraynayê êdî nikarin xwe biparêzin û dest bi xweradestkirinê kiriye.

430 leşker hatine desteserkirin.”

Rûsya êrişên xwe yên li rojhilatê Ukraynaya jî zêde kiriye.

Ev di demekê de ye ku hewlên agirbestê berdewam in û berpirsên Amerîkayê jî gefan dixwin ku eger Rûsya razî nebe dê rastî cezayan were.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst