Li Anatolyaya Navîn cotkar bi gazind in

13-06-2022
Omer Sonmez
Wêne: Rûdaw
Wêne: Rûdaw
Nîşan Anatolyaya Navîn Cotkar Bihabûn Mazot
A+ A-

Enqere (Rûdaw) - Îsal li hin bajarên Tirkiye û bakurê Kurdistanê metirsiya hişkesalî û zihabûna çavkaniyên avê heye. Lê li herêmên Anatolyaya navîn a Tirkiyê, li bajarên wek Enqere û Qonyayê ku hejmarek zêde Kurdên Anatolyaya Navîn jî li wan herêman dijîn xetereya hişkesaliyê tune ye. Lê metirsî û endişeya cotkaran her ew e ku ji ber mesrefên zêde yên mazot, gubre û derman îsal wê dahata wan gelek kêm bibe.

Cotkar û Odeya Çandiniyê daxwaz ji hikûmetê dikin ku ew, pakêta alikariyê ji bo cotkaran derxe û bihayê mazotê jî bi mîqdareke kêm bo wan bifroşe. Her wiha cotkar didin zanîn ger rewş wiha dewam bike ew ê nikaribin êdî cotkariyê bikin, lewra kar û zirara wan ji hev dernaxe.

Nuri Bozbay ê 55 salî li deşta Balaya navçeya Enqereyê karê cotkariyê re mijûl e. Ew bi kurê xwe re hatiye ser zeviya xwe ya pincara silqan û avdaniyê dike. Tevî ku îsal baran di meha Nîsan û Gulanê de li herêma rojhilata navîn a Tirkiyê li gor dilê cotkaran bariya be jî, Nuri û bi milyonan cotkarên wek wî ji ber mesrefên zêde yên mazot, gubre, derman û mesrefên din bi endîşe û fikar in ku îsal wê dahata wan gekek kêm bibe.

Cotkar Nuri Bozbay got “Bi rastî ji ber giranbûna mazot qezenca me zêde namîne. Her roj zem tê ser mazotê, tê gotin wê îro jî 2 lire zem bê. Em ji bo avdanê rojê 3 hezar lire mesref dikin. Niha tona ceh kirin 6 hezar lire, lê dîsa ji ber mesrefan tiştek ji me re namîne. Ji loma jî me îsal kêm tişt ajotin. Sala par min garis (lazût) ajot qezenc nekir, îsal jî min pincar ajot, lê xuya ye ez ê dîsa zirar bikim.”

Berevajî bajarên bakurê Kurdistanê li Enqere, Konya û herêmên anatolyaya navîn a Tirkiyê, ku hejmarek zêde Kurdên Anatolyaya Navîn jî li wan herêman dijîn metirsiya zihabûna çandinî û avê kêm e. Serokê Odeya Çandiniyê yê navçeya Balaya Enqereyê Nizamettin Gurbuz dibêje, nêzî 5 hezar cotkar girêdayî wan e û lazim e ku hikûmet pakêtek alikariyê ji bo cotkaran derxe.

Serokê Odeya Çandiniyê yê Balayê Nizamettin Gürbüz dibêje “îsal zivistana me bi berf û baran derbas bû. Niha rewşa çandiniyê baş dixuye, her çiqas di meha Gulanê de zêde baran nebariyabe jî. Lê lazim e ji bo cotkaran alîkariya mazot û gubreyê bê dayîn. Lewra mesrefên cotkaran pir zêde bûye. Dema cotkar bi erzanî mesrefa xwe derxe wê biha jî dakevin.”

Li deşta Enqere, Bala û Haymanayê di serî de genim, ceh, pincara silqan, kartol, pîvaz, nîsk gelek berhemên çandiniyê tê berhemînan. Li gorî rapora Meteorolojiyê, li herêmên Anatolyaya Navîn di mehên Nîsan û Gulana îsal de li gor sala borî ji sedî 74 baran zêde bariyaye. Ji loma jî odeyên çandiniyê pêşbînî dikin ku wê îsal rekolteya berhemên wek ceh û genim ji sedî 2 heta ji sedî 10 zêde bibe.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst