Neteweyên Yekbûyî: Li Cebleya Sûriyê 30 avahî bi erdê re bûne yek

13-02-2023
RÛDAW
Wêraniya li bajarê Ceble yê li rojavayê Sûriyê.
Wêraniya li bajarê Ceble yê li rojavayê Sûriyê.
Nîşan Erdhej Sûriye Ceble
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Tîmeke 42 kesî yê Îmaratî bi segên polîs, kamerayên gerok û kelûpelên rizgarkirinê li bajarê Ceble yê li rojavayê Sûriyê, li pey wan kesan digerin ku di encama erdhejê de ketine bin xirbeyên avahiyên hilweşiyayî.

Li bajarê Ceble yê Sûriyê 30 avahî bi temamî wêran bûne û bi erdê re bûne yek.

Berpirsê Berevaniya Sivîl a Cebleyê gazinan ji wê dike, ku di çend rojên borî de di destê wande kelûpelên rizgarkirinê bo rizgarkirina xelkê tinebûye.

Rêveberê Berevaniya Sivîl a Cebleyê, Ala Mubarek dibêje: “12 heta 13 salên borî ti kelûpelek negihiştiye berevaniya şaristaniyê. Heta laytek jî negihîştiye me. Tiştekî me nîne. Eger amûrên me hebûyan me yê canê bi sedan kesan rizgar bikira.”

Tîmeke Neteweyên Yekbûyî jî li wê derê ne û bi hevbeşî ligel tîma Îmaratî, hewla derxistina terman didin û bi hêvî ne ku, hinek kes di bin kavilan de hebin.

Di pênc avahiyên biçûk ên bajarê Cebleyê de ku 52 kes tê de dijiyan, tenê 14 kes bi saxî hatine rizgarkirin.

Mihemed Hemadî, yek ji wan kesên rizgarbûyî dibêje: “Ez bi şev razayîbûm. Demjimêr 4 min hest bi lerizînê kir. Em hemû razayîbûn. Dayik, bav û birayê min li tenişta min razayîbûn. Binban bi ser me de ket. Ez di bin dar û beran de mam. Xwedê wan biparêzê çende ciwan hatin û min derxistin.”

Navenda satelîta Neteweyên Yekbûyî, wêneyê satelîtê yê bajêr li 13 kîlometre duca belav kiriye, tê de diyar dibe ku 30 avahî bi erdê re bûne yek û 75 avahiyên din jî zirar dîtine.

Li bajarê Ceble yê Sûriyê di encama erdhejê de nêzîkî 5 hezar niştecihên bajêr bê mal û hal û derbeder bûne.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst