Penaberê Kurd madalyaya 'wêrekiyê' ya Fînlandiyayê wergirt

12-11-2021
RÛDAW
Nîşan Penaberê Kurd Şaxewan Fatîh Ferec Fînlandiya Madalyaya Wêrekiyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Penaberê Kurd Şaxewan Fatîh Ferec ku di sala 2018’an de li Fînlandiyayê jiyana jinekî rizgar kir, ji aliyê Serokkomariyê ve layiqî madalyaya “rêzgirtin û wêrekiyê” hat dîtin. Ferec got ku ew bi wergirtina xelatê serbilind e.

Birêveberê Ajansa Giştî ya Daîreya Îdareya Dewletê ya Herêma Rojava û Navxweyî yê Fînlandiyayê Marko Pukkinen roja Înê 5ê Mijdara 2021an madalyayên wêrekiyê yên ku ji aliyê Serokkomar ve tên dayîn, da 4 kesên ku li herêmê dijîn.

Yek ji wan kesên ku madalyaya wêrekiyê wergirtiye jî penaberê Kurd Şaxewan Fatîh Ferec e.

Di 2ê Cotmeha 2018an de li bajarê Vaasayê ya Fînlandiyayê di saziyeke perwerdehiyê de di êrişeke bi kêrê de bi awayekî wêrekî jinekî parast û wê ji êrişê rizgar kir.

Ferec ji Rûdawê re got, piştî hawara wê jinê çûye cihê bûyerê û piştî ku kêra di destê êrişkar de dîtiye, ji bo rizgarkirina wê jinikê xwe avêtiye ber êrişkar.

Şaxewan Fatîh Ferec, di sala 1981ê de li Kerkûkê ji dayik bûye û ji sala 2015an ve li Fînlandiyayê dijî.

Ferec diyar kir ku piştî bûyerê dadgeh û polêsan spasiya wî kirine û rêveberiya dibistana ku êrîş lê hat kirin jî xelat dane wî.

Derbarê madalyaya serokkomariyê de Farac got “Di meha sibatê de sekreterê serokkomarê Fînlandiyayê Sauli Niinisto bi telefonê li min geriya. Spasiya min kir û got ku Serokkomar ji bo madalyaya rêzgirtin û wêrekiyê min wek namzet hilbijartiye.”

Penaberê Kurd anî ziman ku ew bi wergirtina xelatê şanaz e û got "Roja ku ez xelatê werbigirim dê di jiyana min de bibe rojeke taybet û bi wate."

Madalyaya Wêrekiyê ya Serokkomariya Fînlandiyayê her sal ji bo kesên ku jiyana kesên din xwe rizgar dikin, tê dayîn.

Ev madalya ku ji sala 1920an vir ve tê belavkirin heta niha tenê 11 kesên biyanî wergirtine.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst