Îtalya - Xirîstiyan û Misilmanan ji bo penaberên Kurd merasîmek li dar xist

23-06-2024
Zinar Şîno
Li Îtalyayê Xirîstiyan û Misilmanan ji bo penaberên Kurd merasîmek li dar xistWêne: Zinar Şîno/Rûdaw
Li Îtalyayê Xirîstiyan û Misilmanan ji bo penaberên Kurd merasîmek li dar xistWêne: Zinar Şîno/Rûdaw
Nîşan Îtalya Penaberê Kurd Lampadusa Xaça Sor a Îtalyayê
A+ A-

Rûdaw)- Li Îtalyayê Xirîstiyan û Misilmanan ji bo qurbaniyên keştiyê merasîmeke rêzgirtinê li dar xist.

17ê vê Hezîranê keştiyeke penaberan li Girava Lampedusayê ya Îtalyayê bin av bûbû.

Nûnera Herêma Kurdistanê yê Îtalyayê Rêzan Hemesalihê dabû zanîn ku piraniya wan penaberên di keştiyê de Kurd bûn.

Hat ragihandin ku heta niha 35 term ji avê hatine derxistin.

Piştî nêzî hefteyekê ji noqbûna keştiyeke koçberan, hewldanên dîtin û xelaskirina rêwiyên wê berdewam dikin.

Piraniya rêwiyên keştiyê Kurd bûn. Zêdeyî 60 kesî ji wan winda ne ku 26 ji wan zarok in.

Heta niha 12 kesên di keştiya koçberan a binavbûyî de, di nav ava herêma Calabriayê ya Îtalyayê de sax hatin dîtin.

Nûçegîhanê Rûdawê Zinar Şîno li merasîma rêzgirtinê bû.

Di merasîmê de, keşe û şaredarên çend bajarên Îtalyayê û oldar û mamostayên dînî yên Misilman jî beşdarî merasîmê bûn.

Karmendên Xaça Sor a Îtalyayê bi çavên tijî hêsir, gulan li ber wê hola cenazeyên penaberan danîn.

Kesên bawermend ên Xirîstiyan û Misilman tevî berpirsên îdarî yên bajarê Rochelle Konicayê yê Îtalyayê ji bo cenazeyên penaberên Kurd li hevdû kom bûn.

Bêyi ku Kurdbûna wan bînin ziman, piraniya Xirîstiyanên ku kom bûne, Mela Mihemedê xelkê Sûriyeyê daye pêş xwe.

Merasîmê bi xwendina çend ayetên Qurana pîroz dest pê kir.  

Serokê Şaredariya Rochelle Konicayê jî beşdarî merasîmê bû.

“Ji bo min girîng bû ku ez bêm vê merasîmê”

Serokê Şaredariya Rochelle Konicayê Vitoriyo Zito ji Rûdawê re got:

“Ji bo min giring bû bi çend hevkarên xwe yên din û bi serokên şaredariya çend bajarên din ê dorûberê li vir hazir bim.

Em rêzê li trajediya qurbaniyan digirin û dê piştgiriya kesên rizgarbûyî bikin.”

Misilmanên Ereb û Efxan jî di merasîmê de hazir bûn û wan jî nimêja ser cenazeyan kir.

Hevtemenên Mîran û Larînaya rizgarbûyî balonên rengspî ji bo xwîşk û birayên xwe yên xeniqî di destên xwe yên biçûk û nazik de hilgirtine û ew bibîr anîn.

Keşe Francisco Oliva jî li ser karesata penaberan ji Rûdawê re axivî û da zanîn ku divê mirovahî alîkariya hevdû bike.

"Divê cihan alîkariye hevdû bike"

Francisco Oliva amaje bi rewşa penaberan kir û wiha got:

"Pêwîst e hemû mirovatî bi gişitî piştgîriya hevdû bike. Ji ber ku em wekî mirov divê bi kêmanî wan pirsgirêkên li welatên din heyî fêm bikin.

Êdî ew şer bin yan tiştên din bin û pêwîst e em alîkariya cîhanê bikîn, bi her awayekî ku derfet heye, heta ku ew koçkirin jî be."

Ji bilî tîma Rûdawê ti Kurdek di merasîmê de hazir nebû ku di nava vê bêdengiya penaberên Kurd de dengê wan bigînê xelkê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst